‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’ 2023-10-23 09:00:49 AMED - Welatiyên di kongreya DBP’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan, anî ziman ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û divê bê rakirin.    Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin, zêdetirî 31 meh in agahî nayên girtin. Welatiyên ku duh tev li kongreya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya li Amedê hate lidarxistin bûn, ji bo ku tecrîd bi dawî bibe bang kirin.    ‘DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN’    Îhsan Înatçi, anî ziman ku tecrîd pêkanîneke dermirovahiyê ye. Înatçi, anî ziman ku weke her mirovî mafên mirovekî girtî jî hene û wiha got: “Tecrîdkirina mirovekî ku bi mîlyonan kes jê bawer dikin, tecrîdkirina gelan e. Lewma ev tecrîd tu carî nayê qebûlkirin.”     Înatçi, bal kişand ku li Îmraliyê pergaleke cuda xistine meriyetê û ev bang kir: “Ekonomî hema bêje têk çûye. Kes nikare debara xwe bike. Bidawîbûna vî şerî feydeyê herkesê ye. Ji ber vê yekê divê tecrîd bê rakirin. Em tecrîdê qebûl nakin. Divê ev tecrîd bê rakirin û gelên li welat bêhnê bistînin.”   Nûran Abay, destnîşan kir ku divê tecrîd bê rakirin. Abay, anî ziman ku heta ku tecrîd rabe dê têbikoşin û wiha got: “Bila tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. Em narawestin, ji bo ku tecrîd bê rakirin û aştî pêk were em ê li kolanan bixebitin.”   ‘JI BO AŞTIYÊ DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN’    Şeyhmûs Çakar, bal kişand ku bi salane ji hevdîtina malbat û parêzeran re destûr nayê dayîn û wiha got: “Tecrîdeke gelek zor tê pêkanîn. Ne tenê gelê kurd, hemû gel tên tecrîdkirin. Ne gelê kurd ne jî tu kes vê tecrîdê qebûl nakin. Em vê tecrîdê şermezar dikin.” Çakar, bi lêv kir ku bi rakirina tecrîdê aştî dikare bê pêkanîn û wiha berdewam kir: “Abdullah Ocalan li aliyê aştiyê ye. Dema tecrîd giran dibe şer jî giran dibe. Divê ji bo aştiyê tecrîd bê rakirin.” ‘BILA DERIYÊN ÎMRALIYÊ BÊN VEKIRIN’    Yek ji Dayikên Aştiyê Behiye Sevîm jî destnîşan kir ku tecrîd “sûcê mirovahiyê” ye. Sevîm, diyar kir ku ji mirin, komkujî, şer û tecrîdê re dibêjin na û wiha got: “Em dayik naxwazin tu dayik bigirîn. Ji ber vê yekê divê dayik derkevin kolanan û ji tecrîdê re bêjin ‘êdî bes e’. Bila demildest deriyên Îmraliyê bên vekirin, tecrîd bê rakirin û aştî were avakirin.”