Xelkê Amedê: Yên ku êrişên li ser Rojava nebîne û xwedî li Filistînê derkeve durûtiyê dikin 2023-10-23 09:01:22 AMED - Li Amedê welatiyan destnîşan kirin ku “dûrûtiye” li dijî êrişên Filistînê bê derketin û li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdeng bimînin.  Wezîrê Karên Derve yê dewleta tirk Hakan Fîdan piştî gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwarin, li dijî wê êriş hatin destpêkirin û di êrişan de dibistan, nexweşxane, santralên ceyranê, çavkaniyên avê qadên enerjî û sivîlan hedef hate girtin. Di êrişan de 2 jê zarok 47 kesan jiyana xwe ji dest da. Êrişên li dijî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Di vê pêvajoyê de rayedarên hikumetê bertek nîşanî êrişên Îsraîlê yên li dijî Gazeyê didin. Gelek beşên civakê daxuyaniyên tên dayîn weke “polîtîkayên dûru” bi nav dikin. Welatiyên tev li kongreya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê bûn bertek nîşanî êrişan dan û rayedar bi “dûrutiyê” rexne kirin.    ‘ÇI KARÊ TIRKIYEYÊ LI SÛRIYEYÊ HEYE?)   Mehmet Otenkûş ê bertek nîşanî bêdengiya li dijî êrişên li ser gelê kurd da, anî ziman ku bi salane kurd di bin êrişan de ne. Otenkûş, destnîşan kir ku divê ewilî li welat aştî pêk were û wiha got: “Divê li dijî zaliman, kesên zilm dikin dengê me bêhtir derkeve. Em aştiyê dixwazin, em komkujî û zilmê naxwazin. Em vê ji bo gelê Filistînê jî naxwazin ji bo gelê kurd jî naxwazin.”   Nîzamettîn Bîçer jî bi lêv kir ku divê li ser Filistînê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê polîtîkayeke durû neyê meşandin û wiha got: “Em êrişên li dibistan, mizgeft û depoyên xwarinê hatine kirin şermezar dikin. Îro çi karê Tirkiyeyê li Sûriyeyê heye. Hûn çima mirovên di bin dara zeytûnê de mane qetil dikin. Li Rojava, Qendîl… li ku be bila bide dixwazin aştiyek pêk were. Em naxwazin kes bimire. Em aştiyê dixwazin.”   ‘LI SER GELÊ KURD Û FILISTÎNÊ ZILM HEYE’    Mansûr Tatli, bal kişand ku zilm li gelê kurd û gelê Filistînê tê kirin û wiha got: “Em aştiyê dixwazin. Amerîka bixwaze dikare aştiyê pêk bîne. Em hem ji bo Filistînê hem jî ji bo Kurdistanê aştiyê dixwazin. Bila êdî mirov nemirin.”   Mehmet Yildiz jî anî ziman ku dewleta tirk li Filistînê parazvaniya mafên mirovan dike lê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dike û wiha got: “Li aliyekê Rojava neyê dîtin, li aliyê din piştgiriya Filistînê û parazvaniya mafên mirovan bên kirin durûtiye. Ji ber vê yekê ez siyaseta Tirkiyeyê ji dil nabînim. Divê polîtîkayeke bêtûndî bê şopandin û ev êriş bên bidawîkirin.    Abdulkadîr Kaya jî êriş weke “zalimtiyê” bi nav kir Û wiha got: “Zalimtî li ku hebe bila hebe gelê kurd qebûl nake. Dawiya zaliman diyar e. Sed sal jî derbas bibin dê di dawiyê de gelên mazlûm serbikevin û zalim bi dawî bibin.”