Endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê Gultepe hate binçavkirin 2023-10-23 09:24:18   STENBOL -Endamê Meclisa Partiyê ya DBP’ê Alî Gultepe li Stenbolê di serdegirtina malê de hate binçavkirin.    Polîsan li Stenbolê di saetên serê sibê de bi ser hin malan de girtin. Di serdegirtina malê de endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Alî Gultepe û endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cuneyt Yeşîlyûrt hate binçavkirin.    Der barê binçavkirinê de tu agahî nehatin girtin. Hate diyarkirin ku Gultepe û Yeşîlyûrt birine Miduriyeta Polîsan a Stenbolê.    Hate diyarkirin ku dibe hejmara kesên hatine binçavkirin zêde bibe.