Bi ser erdheja Wanê re 12 sal derbas bûn: Hêj qadeke kombûnê jî nîne 2023-10-23 14:31:29 WAN - Hevşaredarê Wanê Mûstafa Avci yê qeyûm tayînî şûna wî hate kirin, bi boneya salvegera erdhejê di civîna çapemeniyê de axivî. Avci, diyar kir ku tevî 12 sal derbasbûne jî ji tu xetayan ders nehatiye wergirtin û li dijî erdhejeke gengaz li bajêr qadeke kombûnê jî nîne.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) di salvegera erdheja Wanê ya di 23’yê cotmeha 2011’an de pêk hat û 644 kesan jiyana xwe ji dest dan de civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajêr hate lidarxistin de gelek nûnerên partiyên siyasî amade bûn. Di civînê de pankarta “Ne erdhej îhmal dikuje” hate daliqandin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci yê qeyûm tayînî şûna wî hate kirin di civînê de axivî.    ‘DESTHILATÊ ŞÛNA BERGIRIYÊ PÊŞÎ DA RANTÊ’     Avci, da zanîn ku li gorî daneyên fermî di her du erdhejan de 644 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan birîndar çêbûn û anî ziman ku erdhej rastiya vî welatî ne. Avci, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke amadekarî û bergiriyên pêwîst neyên girtin weke tabloya di 6’ê sibatê de li Hatay û Mereşê û bajarên din derket holê dê bi awayekî xetertir dubare bike. Tevî çend meh jî derba bûn ji bo mexdûrên erdhejê şertên li gorî rûmeta mirovan nehatin avakirin û hate dîtin ku desthilatê di erdhejê de jî pêşî daye rantê, cihekarî kiriye û bi hişmendiya qeyûm tevgeriya ye. Di erdheja Wanê de jî dewlet û hikumetê li dijî gelê me bi heman helwestê tevgeriya.”   ’12 HEZAR AVAHIYÊN KU DIVIYABÛ BÊN HILWEŞANDIN HÊJ NEHATINE HILWEŞANDIN’     Avci, bal kişand ku 12 hezar avahiyên ku biryar hatibû dayîn bên hilweşandin hêj nehatine hilweşandin û wiha berdewam kir: “Heta gelek ji wan bi hin mudaxileyên hatin kirin niha weke qada jiyanê tên bikaranîn. Heke di her avahiya ku der heqê wê de biryara hilweşandinê hatibe dayîn de 5 welatî bijîn jî 60 hezar welatî di bin xetereyeke jiyanî de ne. Berdin vê rewşa cidî bê çareser kirin em dibin şahid ku di navbera AFAD’ê û şaredariya bajarê mezin şerên burokratîk çêdibin. Kesên bi xespa qeyûm şaredarî dagir kirin di rewşeke erdhejekê de dê ji mirinên ji ber avahiyên çêbibin berpirsyar bin.”   ‘DIVÊ XEBATÊN ÎMARÊ JI RAYA GIŞTÎ RE VEKIRÎ BE’     Avci, anî ziman ku tevî herêm li ser xeta erdhejê ya çalak cih digire jî hêj bergiriyên pêwîst nehatine wergirtin û wiha lê zêde kir: “Divê mirov di mijara erdhejê de bên agahdarkirin. Divê avahiyên nebawer, xesar girtine û birîsk in demildest bên tespîtkirin û bên xurtkirin an jî bên hilweşandin û jinûve bên çêkirin. Divê di avahiyên nû bên çêkirin de kontrol li gorî standartan bên kirin. Divê qadên birîsk ji îmarê re neyên vekirin û xebatên îmarê ji raya giştî re bên vekirin.”   ‘DIVÊ XEBATÊN LÊGERÎN Û XELASKIRINÊ PIR ZIMANÎ BIN’     Avci, bi lêv kir ku ji bo ji erdhejê re amade bibin û zirarên erdhejê daxînin asta herî jêr divê polîtîkayên nû bên amade kirin û wiha pê de çû: “Divê em bînin ziman ku şaredariyên me jî ji bo amadekariyên erdhejê veguherîneke bihêz û berfirehtir bikin. Divê li herêmê xebatên lêgerîn û xelaskirinê bi taybetî kurdî, pirzimanî be. Windahiyên can û mal ên di bûyerên xwezayê de çêdibin weke qeza an jî qeder bê penasekirin xelet e û divê qet neyê qebûlkirin. Divê em ji bîr nekin ku bi bergiriyên zanîstî û perwerdehiyên zanyarî dikarin zirarê daxînin asta herî jêr.”   ‘TEVÎ 12 SALAN HÊJ CIHEKÎ KOMBÛNÊ NÎNE’     Avci, destnîşan kir ku rêveberiya qeyûm a niha ji bo erdhejê tu bergirî negirtine û bal kişand ku li bajarê Wanê niha cihekî ji bo kombûnê jî nîne. Avci, axaftina xwe wiha domand: “Li aliyê din înşaet û avahiyên bêkontrol dewam dikin. Berçav e ku di erdhejeke gengaz de wê bi sedhezaran mirov bi pirsgirêka bicihbûnê re eleqedar bibin. Hem desthilat hem jî qeyûmên ewil û duyemîn pêşiyê didin rantê nadin erdhejê. Gelek erdên aydê şaredariya me tên firotin û di planên îmarê de ji qada avahiyan re hatin vekirin.”   ‘NE RANTÊ JIYANÊ BIPARÊZIN’     Avci, bang kir ku ne rant jiyan bê parastin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji vî aliyî ve amadekariyên cidî yên hevalên me yên bi awayekî neheq û bêhiqûqî ji peywîrê hatine girtin hene. Di hilbijartinên pêşiya me de çawa bên ser peywîrê dê projeyên ji vî aliyî ve têxîn merîyetê. Bi van projeyan re, ku bêyî bendewariyên ji hikûmeta navendî bi temamî li ser çavkaniyên herêmî werin bicihkirin, em careke din bi rêya we, xebatkarên xwe yên çapemeniyê yên qedirbilind ji gelê xwe re radigihînin ku ji bo bûyerên xwezayî veneguherin karesatekê, xebatên me yên fîzîbîlîte û proje hene. Bajarê me bêxwedî nîne û wê bêxwedî nemîne jî.”