Dema binçavkirina rojnameger Kaygusuz hate dirêjkirin 2023-10-23 14:51:28 AMED - Dema binçavkirina rojnameger Selahattîn Kaygusuz ji bo rojekê hate dirêjkirin.    Ji ber îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik, polîsan di 20’ê cotmehê de bi ser mala rojnameger Selahattîn Kaygusuz de girtin û binçav kirin. Kaygusuz, anîn Amedê û li Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Amedê tê ragirtin. Dihat payîn ku Kaygusuz îro îfadeyê bide.    Hat zanîn ku dema binçavkirina Kaygusuz bi biryara dozgeriyê ji bo rojekê hate dirêjkirin. Tê payîn ku Kaygusuz sibe piştî îfadeya li emniyetê sewqî Edliyeya Amedê were kirin.