26 girtî xistin qawişa 10 kesî: Nikarin bêhnê bigirin 2023-10-23 16:07:33 MANÎSA - Li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê 26 girtî xistin qawişa 10 kesî. Parêzerên ku bi muwekîlên xwe re hevdîtin kirin, diyar kirin ku girtiyên nexweş û pîr nikarin bêhnê bistînin û xwestin şert û mercên wan demildest bên başkirin.    Li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê qawişên A8 û C14 di 13’ê cotmehê de kirin yek. 26 girtî xistin qawişa 10 kesî. Girtiyên ku bi telefonê bi malbatên xwe re axivîn, diyar kirin ku qawişên wan kirine yek û nikarin di qawişê de gavekê biavêjin û bêbêhn mane. Li ser vê yekê endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Prz. Meral Kaban û Abdulmecît Yildirim di 18’ê cotmehê de bi muwekîlên xwe re rûbirû hevdîtin kirin.    26 KES XISTIN QAWIŞA 10 KESΠ   Prz. Meral Kaban a têkildarî hevdîtinê agahî dan, wiha got: “Muwekîlên me diyar kirin ku di dema yekkirina odeyan de ji aliyê gardiyanan ve lêgerîn hatiye kirin û lêgerîn hişk û provokatîf bû. Zehmete ku 26 kes di qawişekê de bijîn, qada liv û tevgera wan nîne, pirsgirêka bêhnê, xwarinê û firaqan dikişînin. Hin tiştên girtiyan ji xwe re taybet kirine ji ber biçûkbûna odeyê ji aliyê rêveberiyê ve hatine komkirin û desteserkirin. Ji ber li odeyê cihê du girtiyan nîne neçar dimînin li erdê razên.”   ‘DIVÊ ŞERT Û MERC DEMILDEST BÊN BAŞKIRIN’    Kaban, anî ziman ku gelek ji wan girtiyan 30 sal in di girtîgehê de ne û wiha berdewam kir: “Peywîra dewletê ye ku şertên li gorî rûmeta mirovên di bin çavdêriya wê de ne pêk bîne. Berovajiyê vê mûameleya nebaş û îşkence ye. Cihê girtiyan ê liv û tevgerê nîne, 26 kes tuwaletekê û serşokekê bikartînin. Ji ber qawiş biçûk e sîrkulasyona hewa kêm e. Hemû girtiyên li vir dimînin demekî dirêj e li girtîgehê ne. Gelek ji wan nexweşên kronîk in. Tiştên tên kirin binpêkirina maf e. Divê demildest şert û merc bên başkirin.”   ‘GIRTIYÊN NEXWEŞ Û PÎR NIKARIN BÊHNÊ BISTÎNIN’    Xwişka, Selman Gulbahçe yê li Girtîgeha Akhîsara Manîsayê tê ragirtin, Ayfer Gulbahçe jî bi telefonê bi birayê xwe re axivî. Gulbahçe diyar kir ku kekê wê gotiye 26 kes di qawişekê de tên ragirtin, girtiyên nexweş û pîr hene û zehmetiyê dikişînin ku bêhnê bigirin. Gulbahçe di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Tiştên qewimin binpêkirina mafên mirovan e. 26 girtî xistine qawişeke 10 kesî. Rewşa wan qet ne baş e. Em weke malbat bi fikar in. Divê ev pirsgirêk demildest bê çareserkirin. Em dixwazin rayagiştî di vê mijarê de hestiyar bibe.”