Li Sêrtê 5 kes hatin girtin 2023-10-23 19:29:38   SÊRT - Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê de, 5 kesên li Hezexê hatibûn binçavkirin, hatin girtin.   Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê de, di 19'ê Cotmehê de polîs û leşkeran li navenda Hezex a Şirnexê û gundê Delavaqesrê avêtin ser gelek malan û gelek kes binçavkirin. 5 kesên hatin binçavkirin hatin girtin.   Endamê Meclis agiştî ya Bajêtr a HDP'aê Adnan Bel û Hekîm Kaş, Ahmet Boya, Emîn Soyal û Yasîn Acar piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Sêrtê sewqî Edliyeya Sêrtê hatin kirin.   Dozgeriyê piştî îfadeyê her pênc kes bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hatin kirin. Dadgeriyê her 5 kes bi îdiaya "alîkariyê" û "propagandaya rêxistinê" girtin.