Li Semsûrê kavilên xaniyên hilweşiyayî hê nehatine rakirin 2023-10-24 09:08:55 SEMSÛR - Tevî ku 8 meh bi ser erdhejê re derbasbûne jî li Semsûrê kavilên gelek xaniyên ku hilweşiyane hê nehatine rakirin. Yek jî bajarê ji erdhejên navenda wan Mereş bû xesareke mezin gihiştê Semsûr bû. Li gor reqamên fermî li Semsûrê 11 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 hezar 953 avahî hilweşiyan. Li Semsûra ku hema bêje nîviyê bajêr hilweşiyaye, derbarê 20 hezar xaniyan de jî biryara hilweşandinê hatibû dayin. Li bajêrê ku xebatên rakirina kavilan dereng tê kirin, tevî 8 meh bi ser erdhejan re derbas bûne jî kavilên gelek avahiyên ku hilweşiyane hê nehatine rakirin.      Her wiha gelek avahiyên ku xesareke mezin gihiştiyê jî hêj nehatine hilweşandin û ev avahî ji bo welatiyan xetere ne.     Gelek avahiyên ku hilweşiyanê weke roja ewil a erdhejê li cihê xwe ne. Li navenda Semsûrê li ser caddeyekê niviyê vê avahiyê hilweşiyaye û kavilên wê hê nehatine rakirin.     Ev avahî jî yek ji wan avahiyên hê xebatên rakirina kavilan nehatine kirine. Kavilên avahiya ku bi seran ser hilweşiyaye li cihê xwe ye.     Her wiha avahiyên ku tên hilweşandin û kavîlên wan tên rakirin jî ji ber ku av li wan nehatiyê reşandin toz û dûmanê belav dikin û ev toz û dûman jî dibe sedema nexweşiyan. Li aliyê din jî tevî Walitiya Semsûrê cûdakirina ji hev a hesin û betonê ya li ser kavilan qedexe kiribû jî tê xuya kirin ku hesin û beton li cihê kavîl tên rakirin li hev tên cûda kirin.   'KAVIL DERENG TÊN RAKIRIN'   Mexdurê erdhejê Mîrza Koçak (55) ku di erdhejê de birayê wî û biraziyên wî jiyana xwe ji dest dan û niha jî bi dayika xwe re di konteynirê de dijî anî ziman ku rakirina kavilan li Semsûrê dereng tê kirin û wiha got: “Ji ber ku di rakirina kavilan de av nayê bikar anîn toz û dûmana kavilan dibe sedema nexweşiyan. Her wiha rakirina kavilan jî li Semsûrê dereng tê kirin. Divê heta niha ev kavil hatibûna rakirin.”   MA / Mahmût Altintaş