Der barê rojnamevanê ku wezîr rexne kir de lêpirsîn hat destpêkirin 2023-10-24 11:01:20   WAN - Rojnamevan Oktay Candemîr ê ku dîmenên Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya belav kiribû, rexne kir, der barê wî de lêpirsîn hat destpêkirin.    Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya dîmenên serdegirtên li Wanê li ser hesabê xwe yê meyda dîjîtal belav kiribû. Rojnamevan Oktay Candemîr ê bi salane li Wanê rojnamevaniyê dike bertek nîşanî Yerlîkaya dabû. Ji ber vê bertek û rexneyê der barê Oktay Candemîr de lêpirsîn aht destpêkirin.    Candemîr di bersiva ku dabû Yerlîkaya de wiha gotibû: “Wê dadgeh biryara sûcdariyê bide. Belkî jî li dozgeriyê bê berdan. Lê deriyê mala kes dişikînin û diavêjin ser malê. Wê kêliya xerab û her wiha navnîşan û rûyê kes hedef nîşan didin. Mîna ku gelek tiştek mezin be radibin dîmenan serwîs dikin...!”    Serdozgeriya Komarê ya Wanê ji ber vê rexneyê der barê Candemîr de lêpirsîn da destpêkirin.    ‘DÎMENAN MIN ACIZ KIR’    Candemîr li gel parêzerê xwe Kadîr Kutevî çûn qereqolê û di çarçoveya lêpirsînê de îfade da. Candemîr di îfadeya xwe de diyar kir ku ew wek rojnamevanek û mirovekî ji dîmenên hatine parvekirin aciz bûye û parvekirina van dîmenan ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve nerast dibîne.