15 sal cezayê hefsê jê re dihat xwestin: Beraet bû 2023-10-24 11:58:32   AMED - Ji bo endama Meclisa Şaredariya Sûrê Bîrsen Guneş ku ji peywirê hatibû girtin heta 15 salan cezayê hefsê dihat xwestin lê Guneş beraet kir.    Endama Meclisa Şaredariya Sûr a Amedê ya HDP’î Bîrsen Guneş piştî tayînkirina qeyûm ji peywirê hatibû girtin û derheqê wê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Guneş, ji ber tevlibûna xebat û çalakiyên partiya xwe dihat sûcdarkirin. Danişîna dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Guneş û parêzerê xwe Orhan Sicakyuz di danişînê de amade bûn.    Dozger, mutalaaya xwe ya di danişîna din de dubare kir ku dixwest Guneş were cezakirin. Parêzerê Guneş, Orhan Sicakyuz jî li dijî mutalaayê parastin kir û da zanîn ku çalakî û xwepêşandanên ku miwekîla wê tev li bûye, dikevin çarçoveya azadiya fikr û xweîfadekirinê. Sicakyuz, daxwaza beraeta miwekîla xwe kir. Guneş jî tawanbariyên heyî red kilr û xwest beraet bibe.    Dadgehê, ji bo Guneş biryara beraetê da.