Doza Kobanê: Xwestina azadiya Abdullah Ocalan ne sûc e 2023-10-24 14:11:59   ANKARA - Siyasetmedar Aynûr Aşan diyar kir ku xwestina azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ne sûc e û got: “Desthilatdariya AKP’ê dixwaze bi Doza Kobanê rikberê xwe yê siyasî ji holê rake.”    Rûniştina duyemîn a danişîna 38’an a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Siyasetmedarên girtî beşdarî danişînê bûn. Siyasetmedarên din jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.    ‘AZADIYA OCALAN TÊ XWESTION’    Siyasetmedar Aynûr Aşan parastina xwe ya li dijî mutalaaya dozger domand. Aşan da zanîn ku ev du sal in ji Doza Kobanê girtî tê darizandin û di vê pêvajoyê de parastina wan li dijî mutala dozger li ber çavê şandeya dadgehê girîng û bi wate nehatiye dîtin. Aşan anî ziman ku şandeya dadgehê di hemû biryarên ku heta îro de daye reng û biryar nêzîkatiya xwe diyar kiriye. Aşan anî ziman ku wê çi xebat kiribe hemû jî li ser zemînek qanûnî kiriye û sûcên ku dixin stûyê wê di hiqûq û qanûnan de nayê qebûlkirin. Aşan destnîşan kir ku tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yek ji rojeva wan sereke ye û dema tecrîd bê rakirin wê welat jî sekan û aram bibe û wê her kes aram bibe. Aşan diyar kir ku xwestina azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ne sûc e û got: “Li girtîgehan pêkanînên dijmirovî diqewimin. Civak êdî azadiya birêz Abdullah Ocalan dixwaze. Desthilatdariya AKP’ê dixwaze bi Doza Kobanê rikberê xwe yê siyasî ji holê rake.    Şandeya dadgehê navber da danişînê.