HEDEP’ê ji bo lêkolînkirina guherandina navnîşanan pêşnûme da Meclisê 2023-10-24 15:03:24 ENQERE - HEDEP’ê ji bo bêusûliyên beriya hilbijartinên rêveberiyên herêmî li bajarên cuda tên kirin bên eşkerekirin xwest ku Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê were avakirin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) li dijî veguhestina îkametgeha leşker û polîsan a beriya hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên li navçe û bajarên cuda yên bakurê Kurdistanê kete nava liv û tevgerê. Parlamenterên DEHEP’ê yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez ji bo avakirina Komîsyona Lêkolînê, pêşnûme da Serokatiya Meclisê.    BÊUSÛLÎ HATIN BIBÎRXISTIN    Di pêşnûmeyê de hat gotin ku beriya her hilbijartinê binpêkirinên têkildarî ewlehiya hilbijartinê zêde dibin û ev tişt hatin bibîrxistin: “Di referandûma Destûra Bingehîn a sala 2017’an de dengên nemohrkirî hatin hesibandin. Hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê yên 24’ê hezîrana 2018’an di şertên OHAL’ê de hatin kirin lewma gelek sindoq hatin veguhestin û yekkirin. Di hilbijartinên sala 2019’an de jî hilbijêr hatin veguhestin, hatin lêzêdekirin, navên hilbijêr hatin jêbirin û gelek bêusûliyên din hatin jiyîn.”    Bi domdarî hat gotin ku di qeydên hilbijêran ên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) de hate tespîtkirin ku li gelek bajar û navçeyan di daîreyekê de bi sedan kes hatine qeydkirin.    XWESTIN BÊ LÊKOLÎNKIRIN    Di berdewama pêşnûmeyê de bal kişandin ser veguhestina hilbijêran a beriya hilbijartinên rêveberiyên herêmî û ev tişt hatin destnîşankirin: “Çavkaniyên me yên herêmî ragihandin ku gund bi gund cihê hilbijêran tên guherandin, bi van lîsteyan diçin cem keyayan û ev yek jê hatiye xwestin, ferman dane keyayan ku bi fermanên wan were kirin. Li hemberî van îdiayan, partiya me û kesên têkildarî bi daxwaznameyan serî li Midûriyetên Nifûsê û YSK’ê dan. Lê belê gotin ku xebatên wan ên di vê mijarê de didomin. Tê gotin ku mîna di hilbijartinên din de, niha jî navnîşanên cerdevan û leşkeran tên guherandin û hewl didin mudaxileyî hilbijartinê bikin. Tê gotin ku amirên îdarî yên bajar û navçeyan beriya hilbijartinê weke xebatkarên partiyê tevdigerin û pirsgirêkên herêmî yên Şirnexê weke sozên hilbijartinê bi ka tînin. Ji ber van sedeman, ji bo parastina ewlehiyê rewatiya hilbijartinê divê Meclis komîsyonekê ava bike û van îdiayên girîng lêkolîn bike.”