Cenazeyê Kaya piştî 2 salan radestî malbatê hat kirin 2023-10-24 22:17:17   WAN- Cenazeyê Kasim Kaya yê HPG'î yê di 21'ê Tîrmeha 2021'ê de li navçeya Panos a Agiriyê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 2 salan ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û definkirin.    Cenazeyê Kasim Kaya (Şoreş Andok) yê HPG'î yê di 21'ê Tîrmeha 2021'ê de li navçeya Panos a Agiriyê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 2 salan ji aliyê malbatê ve hat wergirtin. Piştî pevçûnê cenazeyê Kaya li Erzoromê li Goristana Bêkesan hatibû definkirin.    Piştî definkirina cenaze bi 2 mehan malbat ji bo testa DNA'yê xwîn da, lê malbatê salekê agahî wernegirtin. Piştî salek di ser testê re derbas bû, Saziya Tiba Edlî ya Erziromê ji malbatê re got zarfa ji wan re hatiye şandin vekirî bûye û ji ber vê test nehatiye qebûlkirin û doza testeke nû kir. Ji ber vê malbatê di Îlona 2022'yan de car din ji bo testa DNA'yê xwîn da.   Duh na pêr dozger li malbatê geriye û xwest cenazeyê xwe wergire. Piştî vê malbat jî îro cenaze ji Goristana Bêkesan a Erziromê wergirt û bir wanê. Cenazeyê Kaya piştî wecîbeyên olî li Goristana Karşiyakayê ya navçeya Rêya Armûşê ji aliyê ferdên malbatê û xizmên wî ve hat definkirin.