Qeyûmê ku milkên şaredariyê difiroşe, 3 milyar deyn xistiye stuyê şaredariyê 2023-10-25 09:05:21   WAN - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku mal û milkên şaredariyê parsêl parsêl difiroşe, bi krediyan herî kêm 3 milyar deyn xistiye stuyê şaredariyê.    Wezareta Karên Navxweyî di sala 2016'an de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) kir. Qeyûm heya sala 2019'an milyar û 100 milyon deyn xist stuyê şaredariyê. Rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di sala 2019'an de bi vî deynî şaredariyê dewr girt û piraniya deynan da. Lê di 19'ê Tebaxa 2019'an de car din qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Qeyûman di 4 salan de deynên şaredariyê sê qat zêdetir kirin.    Rêveberiya qeyûm ku di navbera 2017 û 2013'an de bi milyonan TL kredî kişand, ji bo ku hesabê şaredariyê neyê blokekirin, her meh biryara "fêdeya cemaweriyê" tê girtin. Hat zanîn ku ji tebaxa 2019'an heya îlona 2023'yan, du mehan carekê bi biryara meclisa şaredariyê ya tayînkirî ji bankeyan kredî tê kişandin.    ZÊDETIRÎ 3 MILYAR DEYN   Gava girtenameyên civînên Meclisa Şaredariyê tên vekolandin, tê dîtin ku rêveberiya qeyûm ji Bankeya Îllerê (Îlbank) 2 milyar û 25 milyon TL kredî kişandiye. Lê krediya ku rêveberiya qyeûm ji bankeyên taybet kişandiye nehat hînkirin. Gava krediyên ji bankeyên taybet hatine kişandin li van deynan bê zêdekirin, deynê şaredariyê di navbera 3-4 milyon TL'yan de ye. Qeyûmê ku ji aliyekî ve şaredariyê dixe bin deynan, ji aliyê din jî pereyên şaredariyê bexşî saziyên din dike.    DEYNÊ CERYANÊ BI KREDIYÊ HAT DAYÎN!   Qeyûmê ku di nava deynan de maye, derket holê ku deynên ceryanê û yên din bi krediyê daye. Di sala 2020'an de ji bo 252 milyon û 294 hezar û 670 TL deynê VASKÎ yê ceryanê, kredî hat kişandin. Her wiha ji bo deynên rê, av û xebatên din dîs akredî hatin kişandin.    DI DU SALAN DE 555 MILYON KREDÎ HAT KIŞANDIN   Qeyûm di tebaxa 2019'an de 3 milyon û 500 hezar lîre, du meha cotmehê de 100 milyon lîre, di meha kanûnê de 100 milyon lîre kredî kişand. Di adara 2020'an de jî 13 milyon û 994 hezar û 800 lîre û dîsa di heman mehê de 43 miyon kredî kişandiye. Di gulana heman salê de bi biryara meclisê pêşî 10 milyon û paşê 20 milyon kredî û di tebaxa heman salê de ji bo dayina deynê ceryanê 225 miyon û 294 hezar û 600 lîre kredî hatiye kişandin. Di mijdara 2020'an de jî 40 milyon krediya din hatiye kişandin.    Di çileya 2021'ê de ji Bankeya Îllerê 35 milyon kredî û di adar, nîsan, gulan û hezîrana heman salê de krediyên mîqdara wan nediyar hatine kişandin ku ev di biryarên meclisê de hene. Di îlona 2021'ê de 23 milyon kredî hatiye kişandin û di heman mehê de ji bo jeneratoran 7 milyon lîre krediya din hatiye kişandin.    Di meha ewil a sala 2022'yan de 13 mişyon û 200 lîre, di meha hezîranê de 4 krediyên lîmîtên wan nediyar hatine kişandin û di meha îlonê de jî 25 milyon TL kredî hatine kişandin. Di mijdara 2022'yan de 10 milyon û 500 hezar lîre kredî û di meha ewil a 2023'yan de jî 450 milyon TL kredî hatiye kişandin. Her wiha di nîsana vê salê de jî 226 milyon û 596 hezar TL û di heman rojê de car din 470 milyon lîre kredî hatiye kişandin. Ev hemû di girtenameyan de hene.   MA / Rûken Polat