Celalettîn Can: Li vir qanûn tune ye, jiyan di xetereyê de ye 2023-10-25 09:07:09   STENBOL - Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can ê girtî, anî ziman ku li girtîgehê pergala tecrîdê tê sepandin û got ku bi taybetî jiyana girtiyên nexweş di xetereyê de ye.    Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can, ji ber ku beşdarî kampanyaya "Gerînendetiya Weşana Giştî ya Nobedar" a rojnameya Ozgur Gundemê (bi KHK'ê hat girtin) bû, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" doz lê hatibû vekirin û sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn. Piştî ku cezayê li Can hatibû birîn hat pesendkirin, Can di 1'ê îlonê de hat girtin. Can ku niha di Girtîgeha Hejmara 5'an a Marmarayê de ye, bi rêya Ajansa Mezopotamyayê (MA) rewşa tenduristiya xwe ragihand û şert û mercên girtîgehê nirxandin.    ‘LI VIR QANÛN TUNE YE'   Can ku got "Li vir bi navê dadge û qanûnê tiştek tune ye" anî ziman ku domandina girtinê rasterast girêdayî biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê ye. Can diyar kir ku siberja girtiyan bi biryarên lijneyê tê diyarkirin û got: "Kesên di nava lijneyê de cih digirin çi eleqeya wan bi me r eheye? Mesela yê herî balkêş jî teknîsyenek e. Ew çawa dikare der barê me de biryarê bigire? Ne pêkan e ku mirov fêm bike ku çima teknîsyenek der barê min û mirovên wekî min de biryaran bide. Ev mirov biryarên dadgeha bilind, qanûnan, biryarên dadgehan pêk naynin. Şert û mercên berdana bi şertî hene, lê ev mirov van biryaran bi kêfî pêk naynin. Jixwe dadgehê me bi awayekî bêhiqûqî didadrizînin. Piştî pêkanîna înfazê, girtîgeh jî bi rêbazên derhiqûqî careke din me didarizînin."    FERZKIRINA 'QAWÎŞA YÊN SERBIXWE'   Can bilêv kir ku piştî hatiye girtin çûna aliyê cem kesên sebrixwe li wî hatiye ferzkirin û got: "Gotin 'Yeqîniyê bi me bîne, di demeke krut de biçe nava yên serbixwe, li wir bimîne. Bila mafê berdana bi şertî bê dayîn, yan na tu yê di girtîgehê de bimînî.' Ez rastî hevokên bi vî rengî hatim."    Can destnîşan kir ku li hemberî girtiyên siyasî "konsepteke taybet" tê sepandin û wiha pê de çû: "Bi taybetî jî ji bo PKK'yiyan di bin navê 'serbixwe-alîgir' de pergaleke qawîşan hatiye avakirin. Di ser 'berdana bi şertî' re tercîhek tê ferzkirin. Rêya derbasbûna di testa baş a dewletê re çûna 'qawîşa serbixweyan' e. Bi îmaja 'neyta baş' bêrîkirina ji bo derve tê nîşandan û bi vî awayî dixwazin hikumxwarên siyasî biçin qawîşên serbixweyan."    ‘PERGALA TECRÎDA BILIND TÊ SEPANDIN'   Can bibîr xist ku berê nêzî 20 salan di girtîgehê de maye û got ku lê şert û mercên girtîgehê yên niha pir giran in. Can destnîşan kir ku binpêkirinên mafan gelekî zêde bûne û got ku li hemberî girtiyan pergaleke tecrîdê tê sepandin. Can anî ziman ku şert û mercên niha bi taybetî ji bo girtiyên nexweş pir giran in û got: "Îzolasyoneke piralî heye. Pergala tecrîdeke bilind tê sepandin. Bi taybetî ev ji bo girtiyên nexweş pir dijwar e. Mafê wan ê jiyanê di xetereyê de ye."    Can destnîşan kir ku şert û mercên girtîgehê bi taybetî ji bo girtiyên nexweş ên siyasî pir dijwar e û got ku ew jî demeke berê ji ber nexweşiyên xwe sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin. Can ku behsa pêvajoya xwe ya nexweşînê û nexweşxaneyê kir îşaret bi guhnedêriyên rêveberiya girtîgehê kir.    PIŞTEVANÎ   Can destnîşan kir ku tevî hemû astengiyan jî girtiyên siyasî her hildiberînin û têdikoşin û got: "Ez nizanim ez ê heya kengî di girtîgehê de bimînim, lê hebûna me ya li vir nayê wateya taloqkirina têkoşînê. Hin caran şert û emrcên girtîgehê dikin ku em xwe nû bikin. Ruhê demê li vir pir cuda ye. Azadî pir biqîmet e. Helbet piştevaniya derve pir girîng e. Li vir nivîsandina nameyekê, pêwendiya bi derve re bendewariyek e. Çendî liv û tevgera derve pir zêde be jî, lê tiştên wiha hêzê dide jiyana li vir."    MA / Îbrahîm Irmak