Girtiyê ji sedî 68 astengdar nayê tedawîkirin 2023-10-25 09:28:53 ÊLIH - Girtiyê bi navê Salman Yilidz ku di êrişa DAIŞ’ê de bi giranî birîndar bûbû û ji sedî 68 astengdar e, nayê tedawîkirin.    Welatiyê bi navê Salman Yildiz di dema êrişa DAIŞ’ê ya li dijî bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji bo piştevaniyê çû Kobanê. Yildiz, di êrişeke DAIŞ’ê de bi giranî birîndar bû û ji sedî 68 astengdar bû. Yildiz, anîn Rihayê û 3 mehan hate tedawîkirin. Hêj birînên Yildiz baş nebûbûn ku hate girtin û sewqî Girtîgeha Tîpa M a Êlihê hate kirin. Yildiz, salek piştre hate tehliyekirin û di darizandina li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” 7 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Yildiz ku tedawiya wî didomiya, di 5’ê sibata 2022’yan de li Mûglayê hate binçavkirin û dadgehê bi îdiaya “guman heye ku bireve” biryara girtina wî da. Yildiz, ji ewil şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûglayê û piştre jî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Menemenê hate kirin.    Yildiz, li Kobanê ji serê xwe birîndar bûbû û travmaya ser derbas kir. Ji ber ku destê wî yê çepê û lingên wî ji hêzê ketine, pir bi zehmetî dimeşe û bi cihekî digire. Her wiha nexweşiya epîlepsiyê bi Yildiz re heye ku bi travmayê re girantir bû û nikare bizava nava rojê bike. Yildiz, nikare bi tena serê xwe bijî û bi rêya malbata xwe pirsgirêkên xwe vegot.    YILDIZ: GIRTIYÊN NEXWEŞ NAYÊN TEDAWÎKIRIN   Birayê Yildiz, Hamza Yildiz xwest ku birayê wî ji bo tedawiyê divê were berdan û ev tişt anî ziman: “Di 23’yê cotmehê de li ser telefonê bi kekê xwe re axivîm. Kekê min rewşa nebaş a li holê vegot. Got; ‘ji bo tedawiyê min xwest min bişînin vê girtîgehê. Lê belê li vir tedawî nayê kirin. Tu daxwazên me nayên qebûlkirin. Ji bo girtiyên edlî 24 saetan mafê hewadariyê heye lê ji bo me tenê saetek heye. Daxwazên me yên hevdîtinê çêdibin lê nayên qebûlkirin. Ji ber ku daxwazên me nayên qebûlkirin, me boykota xwarinê li dar xistibû. Em ji bo tedawiya fîzîkê hatin lê ceyrana şoqê didin me. Rewşa girtiyên nexweş ên li vê derê gelek xerab e û binê girtiyên nexweş ên ji dest û lingan ketî hefteyê carekê paqij dikin.’ Dema ev pirsgirêk vedigot, dixwest çareseriyek were peydakirin.”    Yildiz, ji bo bidawîbûna zextên li ser girtiyan, bang li rêxistinên mafên mirovan, hiqûqê û partiyên siyasî kir. Her wiha Yildiz bang li raya giştî jî kir ku di vê mijarê de bihestiyar tevbigerin.