Li Amedê piştî 4 salan fûara pirtûkan: Dê pir zimanî be 2023-10-25 14:06:58   AMED - Ji bo “Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê” ku dê di navbera 16-24'ê kanûnê de li Amedê pêk bê daxuyaniyek hate dayîn û hate diyarkirin ku fûar dê pirzimanî û pirçandî be.    Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û Fûarvaniya Eylulê têkildarî “Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê” ku di navbera 16 û 24’ê kanûnê de pêk bê li Cemiyeta Rojnamevanan a Başurrojhilat daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de serokê DTSO’yê Mehmet Kaya, xwediyê Weşanên JJ Azad Zal, Kordînatorê Pirtûka Kurdî Bawer Berşev, Nivîskar Şeyhmûs Dîken, Midûrê Giştî yê Fûarvaniya Eylulê Remzî Çayir û nûnerên çend weşanan cih girt.    ‘PÊŞENGEH DÊ 9 ROJAN BIDOME’   Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya ê ewilî di daxuyaniyê de axivî, destnîşan kir ku bihayên lojîstîkê yên li welat ên ji ber pandemiyê û gelek pirsgirêkên din ku li gelek deveran di lidarxistina pêşangehên pirtûkan de pirsgirêkên mezin derxistiye holê. Kaya, diyar kir ku ew piştî çar salan ji bo ragihandina pêşengeha pirtûkan li vir in û wiha berdewam kir: “Pêşengeha me ya pirtûkan ku dê neh rojan bidome, dê di atmosferek dilpakiyê de bê lidarxistin. Xwendevan û xwendekarên bajarên derdorê jî wê li Amedê bi weşanxaneyan re bên cemhev. Dê di warê çanda xwendin û guhdarîkirinê de ku yek ji taybetiyên herî girîng ên herêmê ne, di atmosfereke cejnê de fûarek bê lidarxistin. Di vê wateyê de em texmîn dikin ku ev fûara ku bendewariya Amedê ye, wê di warê ziyaretvanan de bigihêje asteke rekorê.”   ‘PÊŞENGEHÊN PIRTÛKAN BANG LI HEMÛ BEŞÊN CIVAKÊ DIKE’   Dû re Nivîskar Şeyhmûs Dîken axivî û destnîşan kir ku fûarên pirtûkan ne tenê pêşengehên pirtûkan in û fûarên pirtûkan, fûarên ku hemû beş tê de cih digirin in. Dîken, anî ziman ku divê 10’emîn pêşengeha me ya pirtûkan jî di nava vê mantiqê de bê nirxandin û wiha domand: “Divê bi baş were gotin ku pêşengeha pirtûkan bang li hemû beşên civakê dike. Me îsal ji bo Fûara Pirtûkan a Amedê komîteyeke rêveber ava kir. Di vê lijneya rêveberiyê de 10 weşanxaneyên bi giranî li Amedê xebatên xwe dimeşînin û bi giranî pirtûkên kurdî diweşînin hene. Ev lijne lijneyek e ku dê bi Fûarvaniya Mezopotamya û Fûarvaniya Eylulê re vê fuarê organîze bike û ev lijne dê diyarker be. Her wiha weke fûara pirtûkan a Amedê em bi hişmendiya xizmetkar tevnagerin. Em kesayetên rewşenbîr in. Jixwe em diyar dikin ku ew ê bibe fûareke pirzimanî û pirçandî ya balkêş.”