Li Girtîgeha Karabukê berdana 11 girtiyan tê astengkirin 2023-10-25 14:19:50   ENQERE - Hat zanîn ku li Girtîgeha Karabukê 11 girtî dema berdana wan hatiye jî lê bi biryara Desteya Îdare û Çavdêriya girtîgehê nayên berdan.    Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ê Bedlîsê Huseyîn Olan diyar kir ku ew di 20’ê cotmehê de çûye serdana Girtîgeha Karabukê ya Tîpa T’yê û li wir binpêkirinên mafan tespît kiriye û biriye rojeva Mecisê. Olan têkildarî mijara navborî bi daxwaza ku Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç bibersivîne pêşniyazname da Serokatiya Meclisê.    Di pêşniyaznameyê de binpêkirinên mafan ên 23 hikûmxwaran û 2 girtiyan cih digirin û hat diyarkirin ku girtiyan dernaxin aktîvîteyên wan civakî yên heftane. Olan di pêşniyaznameyê de bal kişand ser hemû mafên girtiyan ên hatine desteserkirin ango astengkirin û diyar kir ku mafên wan tev hatine astengkirin. Olan da zanîn ku li girtîgehên 11 girtî tevî ku cezayên wan qediyaye jî nayên berdan û berdana wan tê astengkirin û taloqkirin. Olan got dema berdana her 11 girtiyan bihûriye jî û ji ber nayên berdan dema cezayê wan dirêj dibe. Olan destnîşan kir ku du girtî ji van ev 30 sal in di girtîgehê de ne û tevî cezayên xwe qedandine jî nayên berdan.    Olan di pêşniyaznameya xwe de ji wezîr Yilmaz Tunç pirsên der barê neberdan, astengkirin û binpêkirina mafên girtiyan de kir û pirsa gelo wê hewldana wezaretê çêbibe an na kir.