Rapora girtîgehên Marmarayê: Di mehan de 2 hezar û 491 binpêkirin 2023-10-25 15:57:48   STENBOL - Şaxa ÎHD’a Stenbolê di rapora xwe ya Girtîgehên Herêma Marmarayê de got ku di nava 3 mehan de 2 hezar û 491 binpêkirin hatine kirin.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê têkildarî binpêkirinên di nava mehên tîrmeh, tebax û îlonê de li Girtîgehên Herêma Marmarayê hatine kirin raporek amade kir. Rapor, li avahiya şaxa komeleyê bi daxuyaniyekê hate ragihandin. Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî û endamên komîsyonê Mehmet Acettîn, Ummuhan Kaya û Meral Nergîs Şahîn di daxuyaniyê de amade bûn.    JI 18 GIRTÎGEHAN SERLÊDAN HATIN KIRIN   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rapor li gorî agahiyên girtiyan bi rêya faks û nameyan şandin, serlêdanên malbat û parêzeran û agahiyên li ser çapemeniyê hatine parvekirin hatiye amadekirin. Hat gotin ku ji 18 girtîgehên cuda ji bo ÎHD’ê serlêdan hatine kirin.   Bi domdarî di raporê de hat gotin ku di meha tîrmehê de ji bo komeleyê 85, di tebaxê de 987, di meha îlonê de hezar û 154 û bi giştî jî ji bo 2 hezar û 491 binpêkirinên mafên mirovan serlêdan hatine kirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku bi rêya çapemeniyê jî 265 binpêkirin hatine tespîtkirin û binpêkirin wiha hatin rêzkirin: “Di çarçoveya binpêkirina mafê jiyanê de 4, ji bo bûyerên îşkence, miameleya xerab û kirinên biçûkxistinê 803, ji bo binpêkirina mafê tenduristiyê 295, ji bo bûyerên binpêkirina mafê agahîgirtinê 467, ji bo bûyerên binpêkirina xwegihandina edaletê 156, ji bo bûyerên binpêkirina mafên tehliyeya bi şertê kontrola edlî û temamkirina înfazkirina cezayê 130 û ji bo bûyerên binpêkirinên têkildarî xwarin û vexwarinên bitendurist, peydakirina ava paqij û pêdiviyên şexsî qewimîne jî 297 serlêdan hatine kirin.”   GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ    Di raporê de hat destnîşankirin ku 42 serlêdanên malbat û vasiyan ên ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîdê de tê ragirtin û bi girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re hatine kirin, nehatine bersivandin. Hat gotin ku ji serlêdanan 38 jê hatine redkirin.    'BINPÊKIRINÊN MAFAN GEFÊ LI JIYANÊ DIXWE’   Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Binpêkirinên heyî gihiştine astekî wisa ku gefê li jiyana girtiyan dixwin. Binpêkirin, bi van daneyên me bisînor nînin. Ev tespîtên me yên di raporê de nîşan didin ku li girtîgehan pirsgirêkên cidî hene û hêj nehatine çareserkirin. Girtîgeh pir qelebalixin, pirsgirêk didomin û cihekarî tê kirin. Dayikên bi zarokên xwe re dimînin, biyanî, jin, zarok, kal, astengdar û nexweş rastî binpêkirinên mezin ên cihêkariyê tên. Kedxwariyeke mezin li girtiyên dixebitin tê kirin. Em dixwazin ev binpêkirin êdî bi dawî bibin.”    DAXWAZ   Ji endamên komîsyonê Ummuhan Kaya jî ev tişt anî ziman: “Divê pergala înfazê were rakirin û dawî li sepanên rê li ber cihêkariyê vedikin were anîn. Her wiha divê dev ji polîtîkayên tecrîdê berdin ku roj bi roj belav dibe û tê mayîndekirin û dawî li sepanên îşkence û qedexeyên keyfî bînin. Hewceya sepana Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê bînin. Divê heqdestê girtiyan were zêdekirin, mama, patê pitikan, ped û hwd. bêpere bên dayîn. Bidawîkirina binpêkirina mafan a li girtîgehan ne tenê bi têkoşîna girtiyan lê bi têkoşîna li derve pêkan e.”