ÎHD’a Enqereyê: Di 3 mehan de 2 hezar û 292 binpêkirinên mafan qewimîne 2023-10-25 16:02:14   ENQERE - Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Enqereyê rapora xwe ya girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn a 3 mehan eşkere kir û ragihand ku herî kêm 2 hezar û 292 binpêkirinên mafan qewimîne û li girtîgehên cuda 9 girtiyan jiyana xwe ji dest daye.   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê rapora binpêkirinên mafan ên meha tîrmeh, tebax û îlonê ya girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn eşkere kir. Rêveberên ÎHD’ê ji bo eşkerekirina raporê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xistin. Di raporê de hat gotin ku rapor ji serlêdanên bo komîsyonê, serdanên li girtîgehan, nameyên girtiyan şandiye û serlêdanên malbatan pêk tê.    Di raporê de hat diyarkirin ku li Herêma Anatoliya Navîn 22 girtîgeh hene û ji van girtîgehan 124 kesan serlêdan kiriye û ji bilî girtîgehên li herêmê ji 12 girtîgehên din jî 13 kesan serlêdan kiriye û bi giştî 137 kesan serî li komeleyê daye. Di raporê de hat gotin li girîgehên Herêma Anatoliya Navîn div an her sê mehan de herî kêm 2 hezar û 292 binpêkirinên mafan hatine tespîtkirin.    HÊRÎ KÊM 9 GIRTIYAN JIYANA XWE JI DEST DANE    Di raporê de hat destnîşankirin ku di mehên tîrmeh, tebax û îlonê de li girtîgehên cuda herî kêm 9 girtiyan jiyana xwe ji dest daye û 6 girtî ji ber nexweşînan, 2 girtî tê îdiakirin ku întîhar kirine û girtiyek jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.    Komîsyonê di berdewama raporê de bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ku li dijî binpêkirinên mafan hatine kirin, binpêkirina mafên tenduristiyê, îşkence û muameleya xerab li girtiyan hatiye kirin û sepanên derveyî rûmeta mirovan hatine ferzkirin, înfaza girtiyan hatiye şewitandin, cezayên dîsiplînê li girtiyan hatiye birîn.    Di raporê de hat gotin divê ku daxwazên girtiyan û malbatên wan demildest bên qebûlkirin û girtiyên nexweş tavilê bên berdan.