Şahidê îşkenceya li Zindana Amedê wefat kir 2023-10-25 16:07:24   MÊRDÎN - Ji şahidên îşkenceya Zindana Amedê ya serdema 12’ê Îlona 1980’î Îsa Kizil jiyana xwe ji dest da.    Îsa Kizil piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’î hatibû binçavkirin û girtin û li Zindana Amedê ya Jimara 5’an bûbû şahidê hovîtiya îşkenceyê, di 77 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Gelek nexweşîn li Kizil peyda bûbûn û pêr rewşa wî giran bûbû û rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Tevî hemû tedawiyan jî Kizil vê sibehê jiyana xwe ji dest da. Malbatê û hezkiriyên Kizil cenaze wergirtin û li gundê Gundik ê bi ser navçeya Qosera Mêrdînê ve veşartin. Li gund ji bo Kizil şîn hat dayîn.    Îsa Kizil di nav sazûmankarên Komeleya 78’an de cih girtiye û salên dirêj li Qoserê rêveberina komeleyê kiribû.    Kizil di salvegera 41’emîn a darbeya 12’ê Îlonê de der barê qewimandinên li Zindana Amedê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîbû û qala hovîtiya li wan hatibû sepandn, kiribû.    Lînka nûçeyê wiha ye: