Soyal ê 78 salî tevî rapora ‘ji sedî 91 astengdar e’ û di dilê wî de pîl heye jî hate girtin 2023-10-26 10:07:19 ŞIRNEX - Welatiyê bi navê Emîn Soyal ê 78 salî tevî rapora xwe ya “ji sedî 91 astengdar e” û di dilê wî de pîl heye jî hate girtin. Kurê Soyal, Mesût Soyal bertek nîşan da û got: “Bavê min nikare bi tena serê xwe sexbêra xwe bike. Heke kesek lê nenihêre, nikare bixwe û vexwe jî.”    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê de polîsan di 19’ê cotmehê de li navçeya Hezex a Şirnexê bi ser gelek malan de girtin û 5 kes binçav kirin. Yek ji binçavkiriyan jî Emîn Soyal ê 78 salî ye. Rapora “ji sedî 91 astengdar e” ya Soyal heye lê tevî vê yekê bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “alîkarî daye rêxistinê” hate girtin û şandin Girtîgeha Beşirî ya Êlihê. Di dilê Soyal de pîl heye, nexweşê KOAH’ê ye, baş nabihîse û çavên wî baş nabînin. Hat zanîn ku parêzerê Soyal rapora astengdarî û nexweşiyan pêşkeşî dozger kiriye lê tevî vê yekê hatiye girtin. Hat diyarkirin ku Soyal nabihîse lewma îfadeya wî bi saetan dom kiriye.    ‘NEXWEŞIYA DIL A BAVÊ MIN HEYE Û NIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE’    Kurê Soyal, Mesût Soyal diyar kir ku bavê wî nikare bi tena serê xwe sexbêra xwe bike û wiha got: “Ev 4 sal in bavê min nikare ji malê derkeve. Nexweş e û taqet tê de nîne derkeve. Tenê ji bo kontrolê diçû nexweşxaneyê. Me ji bo emeliyatê 2 meh berê bavê min bir Rihayê. Di dilê wî de pîl heye, dilê wî adav girtibû û ew pîl guherandin. Lewma yan li mal e yan jî li nexweşxaneyê. Heta ku kesek jê re nebe alîkar, nikare bi tena serê xwe xwarinê jî bixwe. Piştî girtinê, ez çûm serdana wî. Ji min re got; ‘xwarina vê derê pir xerab e.’ Nabihîse lewma me baş ji hev fêm nekir. Min tiştek dipirsî û wî bersivên cuda dida. Em nîv saetê axivîn lê me tiştek ji hev fêm nekir.”   ‘NIKARE BI TENA SERÊ XWE XWARINÊ JÎ BIXWE’   Soyal, bi domdarî diyar kir ku nikare li ser telefonê bi bavê xwe re biaxive û axaftina xwe wiha qedand: “Di mîdeyê wî de pirsgirêk hene. Dema xwarinê dixwe divereşe. Heke xwarinên sivik nebin, nikare xwarinê bixwe. Em dixwazin bavê min rojek beriya rojekî were berdan. Nikare di girtîgehê de bimîne. Raporên hemû dermanên wî hene. Nikare biçe destşoyê jî. Heke kesek jê re nebe alîkar, nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne. Îfadeya wî bi saetan domiya. Ji ber ku nabihîse û bi tirkî nizane. Em li benda berdana wî bûn lê tevî raporê jî nehate berdan.”    MA / Zeynep Durgut