Şahidê di doza rojnamegeran de lê hatiye guhdarîkirin: Min îfadeyên nedîtibûn îmze kirin 2023-10-26 12:44:51 ENQERE - Di doza rojnamegeran de li Huseyîn Durudenîz weke şahidê eşkere hatibû guhdarîkirn. Şahidê eşkere Durudenîz diyar kir ku rojnamegeran nas nake û têkildarî îfadeyên xwe yên hevnegirtî wiha got: “Polîsekî dinivîsand. Piştre veguherandin dosyayê û ji min re anîn. Min jî îmze kir.”    Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Bêrîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nazlim, Emrûllah Acar, Hakan Yalçin, Selman Guzelyuz û Zemo Aggoz, nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger û Mehmet Gunhan ku demekê li bûroya MA’yê ya Enqereyê weke stajyer xebitî, 7 mehan di girtîgehê de man û di 16’ê gulanê de hatin berdan. Sêyemîn danişîna doza rojnamegeran ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye vekirin, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hate lidarxistin. Nûçegihanên MA’yê Denîz Nazlim û Hakan Yalçin tevî parêzerên xwe di danişînê de amade bûn.    Cîgirê Hevserokê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Berpirsyar Ozturk Turkdogan, endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û nûnerên Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) û Basin-Îş’ê jî di danişînê de amade bûn.    LI ŞAHIDÊ EŞKERE HATE GUHDARÎKIRIN   Şahidê eşkere Huseyîn Durudenîz cara ewil li Girtîgeha Kandirayê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Şahidê eşkere got ku ew nizane bê ka têkiliyeke nûçegihanên MA û JINNEWS’ê bi “rêxistinê” re heye yan na. Şahid, got ku rojnamegerên tên darizandin nas nake, kesên tev li rêxistinê dibin navên wên yên “kod” hene lewma navên rast ên rojnamegeran nizane. Durudenîz,  bi domdarî wiha got: “Ev rojnameger bi pereyan dixebitin. Lê di rêxistinê de dilxwazî esas e.”    ÎFADEYÊN NEDÎTIBÛN PÊ DAN ÎMZEKIRIN   Di vê navberê de serokê dadgehê wêneyên rojnamegeran nîşan da û xwest Durudenîz wan teşhîs bike. Parêzer Ozgur Erol li dijî vê yekê îtîraz kir û got: “Heke bersûc beriya niha teşhîs nekiribe, divê mijara teşhîsê rast were kirin. Li ser wêneyekî teşhîs nayê kirin.” Serokê dadgehê jî dev ji teşhîskirina li ser wêneyî berda û got: “Di bin îfadeyê we de îmzeya we heye. Çima nakokiyeke wiha derket holê?” Durudenîz jî ev pirs wiha bersivand: “Dema min li emniyetê îfade dida, wêne nîşanî min didan. Di wê navberê de kesekî li emniyetê jî dinivîsand. Îxtîmala ku wê nivîsê bibînim tune ye. Piştre kirin dosya, ji min re anîn û min jî wisa îmze kir.”    DAXWAZA BIRYARA NAVBERÊ    Parêzer Şevîn Kaya, wênekeş û komputerên ku di serdegirtinên malan ên di 25’ê cotmeha 2022’yan de hatin desteserkirin û hêj nehatine dayîn bi bîr xist û xwest ku ji bo dayîna van amûran biryara navberê were dayîn.    DÊ MATERYALÊN DIJÎTAL LI GEL HUKMÊ BÊN DAYÎN    Dadgehê biryar da ku materyalên dijîtal ên rojnamegeran li gel hukmê were bên dayîn, ji bo Durudenîz teşhîsa rojnamegeran bike ji Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê re nivîs were nivîsandin û danişîn taloqî 18’ê çileya 2024’an kir.