12 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin 2023-11-05 11:35:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji rojnameger Suleyman Ehmed ku ji hêla hêzên PDK’ê ve hatiye girtin 12 roj in tu agahî nayên girtin.    Edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Suleyman Ehmed dema piştî serdana malbata xwe ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vedigeriya Başûr, di 25’ê cotmehê de li Deriyê Sînor ê Sêmelkayê ji hêla hêzên PDK’ê ve hate binçavkirin. Ji wê rojê heta niha tu agahî ji Ehmed nayên girtin.    PDK LI XWE MIKÛR HAT   Asayîşa Dihokê 6 roj piştî binçavkirina Ehmed daxuyaniyek da û îdia kir ku tu eleqeya Ehmed bi rojnamegeriyê nîne û li xwe mikûr hat ku ji bo cezakirin û gefxwarinê ji hêla wan ve hatiye revandin.    ROJNEWS: BERPIRSYAR PDK YE   Ajansa Rojnewsê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku Ehmed 5 sal in bi wan re dixebite û wiha got: “Weke ajansa Rojnewsê; em revandina rojnameger Suleyman Ehmed a derhiqûqî şermezar dikin û dixwazin ku tavilê were berdan. Ji jiyan û ewlehiya edîtorê me yê beşa erebî rojnameger Suleyman Ehmed, PDK berpirsyar e.”