Kesên ji bo hevserokatiya giştî ya DBP’ê hatin pêşniyarkirin diyar bûn 2023-11-05 12:51:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Di konferansa DBP’ê de Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir ji bo Hevserokên Giştî yên DBP’ê yên nû hatin pêşniyarkirin.    Beriya 6’emîn Kongreya Awarte ya li Enqereyê, di konferansa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê de ji bo hevserokatiya giştî nav hatin pêşniyarkirin. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk ku demek berê navê wê weke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) hatibû guherandin Çîgdem Kiliçgun Uçar û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ji bo hevserokatiya giştî ya nû hatin pêşniyarkirin.