Urun ê têkiliya wî bi Ak Ocaklari re heye bi hişbirê hate girtin 2023-11-05 16:10:38   MÊRDÎN - Vedat Urun ku têkiliya wî bi Ak Ocaklariyê re heye û ji ber cînayeta karsaz Oktay cezayê muebbetê lê hatibû birîn, bi hişbirê hate girtin.    Midûriyeta Şaxa Narkotîkê duh li Sakaryayê TIR’eke ji Mêrdînê ketibû rê da sekinandin. Hat tespîtkirin ku di TIR’ê de madeyên tiryakê hene û li ser Otorêya Anadoluyê hate sekinandin. Di lêgerînê de 18 kîlo û 450 gramên esrarê, 710 gramên kokaînê û 650 paketên cigareyan hatin tespîtkirin. Sê kesên di TIR’ê de hatin binçavkirin. Ji van du jê hatin girtin.    Hat zanîn ku yek ji kesên hatiye girtin Vedat Urun e. Ji ber cînayeta karsaz Oktay Mungan ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hatibû qetilkirin, li Urun cezayê muebbetê hatibû birîn û Urun ev nêzî 2 sal bûn firarî bû. Di danişîna hefteyek berê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hatibû lidarxistin de cezayê muebbeta giran li Urun hatibû birîn. Di heman demê de Urun têkiliya xwe bi Ak Ocaklari re heye û berê jî ji ber tiryakê bûbû rojev.