Amedsporê li sehaya xwe Etîmesgut Belediyespor 1-0 têk bir 2023-11-05 16:28:59 AMED - Amedsporê li sehaya xwe Etîmesgut Belediyespor 1-0 têk bir.  Amedspor ku di Koma Sor a Lîga 2’yemîn a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê de ji bo şampiyoniyê têdikoşe, di hefteya 12’emîn a lîgê de li sehaya xwe bi Etîmesgut Belediyesporê re lîst. Maç, li Stadyuma Tahîr Elçî hate lîstin û bi hezaran alîgirên Amedsporê jî piştgirî dan tîma xwe. Dewreya ewil a maçê 0-0 bi dawî bû.    Gola ewil a maçê di deqeya 56’an de ji hêla lîstikvanê Amedsporê Oktay Aydin ve hate avêtin. Di maçê de tu golên din nehatin avêtin û Amedsporê reqîbê xwe Etîmesgut Belediyespor 1-0 têk bir.    Amedspor dê hefteya pêş li deplasmanê bi Erzîncan 24 Sporê re bilîze.