Xwebûn bi manşeta ‘Ha Erdogan ha DAIŞ’ derket 2023-11-06 08:54:52   AMED - Hejmara Rojnameya Xwebûnê ya 203’an bi manşeta “Ha Erdogan ha DAIŞ” derket pêşberî xwînerên xwe.    Hejmara Rojnameya Xwebûnê ya 203’an bi manşeta “Ha Erdogan ha DAIŞ” çap bû. Rojnameyê hevpeyvîna ku Edîtorê Kirmanckî Îsmet Konak bi Siyasetmedar Demîr Çelîk re kiriye derxist manşete.  Sîyasetmedar Demîr Çelîkî di pevpeyvînê de balê dikişine ser hişmendiya Erdogan a li hemberî Hemasê û diyar dike ku ev hişmendî dişibe ya DAIŞ’ê. Demîr Çelîk dibêje; “Nêzdîbîyayîşê Erdoganî yê Hamasî, nêzdîbîyayîşê DAIŞ û Îhvanî yo. Zîhnîyet eynî yo. Eke ewro destê Erdoganî de bêro, sîstemê şerîatî yo ke DAIŞ, Hamas û Îhvan wazenê awan bikerê, Tirkîya de cade awan keno.”   Rojnameyê di surmanşetê de bi sernavê “TJA bend datîne pêşiya pişaftinê” û bal kişand ser kampanya TJA’yê ya bi dirûşmeya “Bi Jin Jiyan Azadiyê ber bi azadiyê ve” dane destpêkirin. Di nûçeyê de Aktîvîsta TJA’yê û Hevberdevka Enstutuya Kurdî ya Amedê Mîne Karakaş der barê kampanyayê de agahî da û diyar kir ku ji ber felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ ji bo hemû gerdûnê derbasdar e li ser vê dûrişmeyê kampanya wan dimeşe. Karakaş, destnîşan dike ku mijara sereke ya kampanya wan tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û potîkayên pişaftinê yên li ser gelê kurd tê meşandin e.    Rojnameyê ji nûçeya bi sernavê “Ocalan ronahiya gelan e” re jî cihekî girîng veqetand. Di nûçeyê de rojnameyê bi Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mazlûm Dînç re axivî ye. Dînç, têkildarî tecrîdkirina Ocalan û hamleya ji bo azadiya fizikî ya Rêber Ocalan nirxandinên girîng kiriye. Dinç, diyar dike ku tecrîd dijberî aştî, demokrasî û azadiyê ye û dibêje: “Neçareseriya pirsgirêka kurd û tirk, kaosê zêde dike. Heta ku pirsgirêk bi rêyên aştiyane neyê çareserkirin, dê tu pirsgirêk çareser nebin. Dema birêz Ocalan fikrên xwe parve dikin, ji bo her kesî hevî û baweriyek pêş dikeve. Çareseriya esasî birêz Ocalan e.”    Rojnameyê ji analîza nivîskar Medenî Ferho ya bi sernavê “Divê xwîna sed salî bê paqijkirin”, analîza nivîskar Kurdistan Lezgiyeva ya bi sernavê “Li ser rojeva ‘Aqilê Çêker’”, analîza nivîskar Adar Jiyan a bi ser navê “Rewşzanî û rewşenbirî”, analîza nivîskar Rênas Jiyan a bi ser navê “Kurd û Amerîka û Îsraîl” û nûçeya bi ser navê “Îran Hemasê bi kar tîne” re cihekî girîng veqetand.