Doza tacîzê ya çawişê pispor: Berdana wî li dijî hiqûqê ye 2023-11-06 09:25:05   MÊRDÎN - Ji Komîsyona Mafên Zarona a Baroya Mêrdînê parêzer Ciwan Ortaç diyar kir ku berdana çawişê pispor ê li Nisêbînê tacîzî 4 zarokan kiriye li dijî hiqûqê ye.    Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê çawişê pispor Eyup K., ji sûcên “hîle xistiye dewrê û bi armanca zayendî zarok ji azadiya wê girtiye” û “îstîsmarkirina zayendî ya zarok” hatiye girtin. Ev leşker girtî dihat darizandin û di 31’ê cotmehê de danişîna duyemîn hatiye lidarxistin û hatiye berdan. Ev çawişê pispor ji tacîzkirina 4 zarokan girtîbû û dîsa jî hatiye berdan.    'BIRYAR LI DIJÎ HIQÛQÊ YE’    Ji Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Mêrdînê Ciwan Ortaç ku dosyeyê dişopîne diyar kir ku biryara berdana faîl biryarek xelet e û got: “Em vê biryara berdana çawişê pispor li dijî hiqûqê dibînin. Dema faîl dibin leşker û polîs gelek caran biryarên wiha bêhiqûqî tên dayîn. Helwesta dadgehê li hemberî kesên bi unîforma diguhere. Em difikirin ku ji ber ev faîlê tê darizandin çawişê psipor bûye hatiye berdan. Divê ev mesele tenê ji bo baroyan re neyê hiştin. Lazim e komeleyên li ser zarokan dixebitin, rêxistinên sivîl, komeleyên mafên mirovan van dosyeyên bi vî rengî bişopînin.”