Aktivîsta filistînî Ahed Tamîmî hate binçavkirin 2023-11-06 12:12:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Îsraîlê ragihand ku di serdegirtinên malan ên li Şerîa ya Rojava de aktivîsta filistînî Ahed Tamîmî binçav kiriye.    Şerê di nava Îsraîl û Filistînê de berdewam dike. Artêşa Îsraîlê ragihand ku li Şerîa ya Rojavayê ya Filistînê bi ser malan de girtine û di serdegirtina malan de aktivîsta filistînî Ahed Tamîmî ya 22 salî binçavkirine.