Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan bixebitin 2023-11-06 15:12:39   WAN - Di civînên gel ên li navçeyên Wanê hatin lidarxistin de, bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a kurkirî û wiha hate gotin: “Em êdî azadiya fizîkî ya birêz Ocalan dixwazin û em ê ji bo vê bixebitin.”   Di pêşengtiya Komeleya Çand, Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên li Dêrguşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Windakirine re (MEBYA-DER) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) ji bo balê bikişînin ser tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û “Meşa Azadiyê” ya di 18’ê mijdarê de ber bi Gemlîkê ve bê lidarxistin li navçeyên Erdîş, Bêgirî, Qelqelî û Serav ên Wanê civînên gel hatin lidarxistin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek kes tev li civînên gel bûn.    ‘FELSEFEYA OCALAN LI HER DERÊ YE’    Hevseroka TUHAY-DER’ê Edîbe Babûr a li eywaneke dawetê ya li Qelqeliyê ku welatiyên ji navçeya Seravê jî tev li bûn axivî, diyar kir ku ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û girtîgehan li vir in û wiha got: “Ji ber desthilat ji me ditirse tecrîdê didomîne. Ji ber ku bi gelekî hewl dide felsefeya Ocalan li her qadê belav bike re rûbirû ne. Li girtîgehan zext û îşkenceyê li hevalên me ferz dikin. Li hevalên me yên 30 sal in girtî ne ‘poşmantî’ tê ferzkirin, înfazên wan tên şewitandin û taloqkirin. Bi salane îşkence û zextê li gelê me yê ji bo jiyaneke demokratîk têdikoşe dikin. Birêz Ocalan dibe ku bi awayekî fizîkî girtî be lê fikrên wî li her derê hene. Lê em êdî dixwazin birêz Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe. Em ê jib o vê xebatan bimeşînin. Em îsal xebatan bimeşînin û daxwaza azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan bikin. Divê her xebata me bihêz derbas bibe.”   ‘RÊYA AŞTIYÊ DI ÎMRALIYÊ RE DERBAS DIBE’    Hevserokê HEDEP’ê yê Wanê Veysî Dîlekçî jî bi bîr xist ku bi salane li erdnîgariya kurdan şerên mezin tên meşandin û wiha got: “Gelê kurd ji bo maf, nasname û hebûna xwe têkoşiya û bedelên mezin dan. Divê êdî ev ax azad bibe. Ev ax nêzî azadiyê ye. Îro rêya aştî û azadiyê di Îmraliyê re derbas dibe. Muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk birêz Abdullah Ocalan e. Li tu welatan mînaka tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd tê meşandin nîne. Nahêlin em agahiyekê jî ji Îmraliyê bigirin. Qanûnan tune dihesibînin û vê tecrîdê didomînin. Ji bo avakirina aştiyê divê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin.”   ‘OCALAN Û GELÊ KURD DÊ AZAD BIBE’    Hevserokê Şaxa MEBYA-DER’a Wanê Enver Taş jî anî ziman ku bi saya têkoşîna tê dayîn Ocalan û gelê kurd dê azad bibin.    LI ERDÎŞ Û BÊGIRIYÊ JÎ CIVÎN HATE LIDARXISTIN   Civîna gel a Erdîş û Bêgiriyê jî li eywaneke dawetê ya li navçeya Erdîşê pêk hat. Di civîna ku pankarta “Bi rêbertiya azad, ber bi rizgariya demokratîk ve” hate daliqandin de Hevseroka Şaxa MEBYA-DER’a Wanê Hanim Kaya axivî û wiha got: “Li dijî gelê kurd polîtîkayên şer xistin meriyetê. Di êrişan de bi bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer tê kirin. Heke tecrîd bê rakirin aştî dikare pêk were. Îro ji cenazeyên me heta li her qadê êrişek heye. Ji ber vê yekê divê malbatên me li dijî vî şerî û tecrîdê xwe bi rêxistin bikin. Bi taybetî jî divê herkes li dijî polîtîkayên tecrîdê têbikoşe.”   ‘DIVÊ BIRÊZ OCALAN BI AWAYEKÎ FÎZÎKÎ AZAD BIBE’     Hevserokê TUHAY-DER’a Wanê Çetîn Ûyar jî bal kişand ser şerê li welatên Rojhilata Navîn didome û wiha got: “Yek ji van şeran jî li Kurdistanê xistine meriyetê. Dîsa tecrîda girankirî ya li ser birêz Abdullah Ocalan didome. Polîtîkayên tecrîdê weke binpêkirinên maf ên giran bandorê dikin. Sedemê bingehîn ên van pêkanînan ji ber hevdîtin pêk nayê ye. Divê îro herkes li dijî polîtîkayên tecrîdê têbikoşe û dengê xwe bike. Xwedî derketina li zarokên me tê wateya derketina li dijî polîtîkayên tecrîdê. Rakirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan têra nake, divê bi awayekî fizîkî azad bibe. Em îro careke din bang li muxataban dikin ku polîtîkayên tecrîdê bên rakirin.”   ‘DIVÊ BERSIVEKE HÎN RÊXISTINBÛYÎ BÊ DAYÎN’    Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Miyesser Butun jî li dijî polîtîkayên şer ên zêde dibin diyar kir ku divê li diJ3I daxwazên aştiyê bersiveke hin rêxistinbûyî bê dayîn.    Parlamenterê Wanê Mahmût Dîndar jî anî ziman ku têkoşîna azadiyê ya gelê kurd tevî hemû zextan bi sed salane berdewam dike û bi lêv kir ku weke malbatên girtiyan û kesên di şer de jiyana xwe ji dest dan berpirsyariyeke mezin dikeve ser milên wan.    Civîn bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.