Ji Blinken daxuyaniya piştî hevdîtina bi Fîdan re 2023-11-06 15:13:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken bi Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re hevdîtin pêk anî. Blinken got: “Ji bo şertên adil û aştî pêk werin me hevdîtinên girîng bi welatên herêmê kirin.”   Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken duh êvarê hat Tirkiyeyê. Blinken îro bi Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re li Enqereyê hevdîtin pêk anî. Hevdîtina her du wezîran nêzî 3 saetan berdewam kir. Tê gotin ku di hevdîtin ango civînê de êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê û mijarên li herêmê hatin axaftin.    Blinken piştî hevdîtinê daxuyanî da û wiha got: “Xebat didomin. Em metirsiyên li vir dizanin. Em li Xezeyê bedelek xeternak dibînin. Em bedelên sivîlên bêguneh dibînin. Em bi Îsraîlê re di nava temasan de ne. Em ji bo ku mirina sivîlan kêm bibe gavan diavêjin û diaxivin. Hûnê di rojên pêşiya me de gavên girîng ên bibînin ku alîkariya mezin wê bigihîje Xezeyê.    EM DI NAVA HEVKARTIYÊ DE NE    Ev jî serkeftineke ku şer li herêmê belav nebûye. Ji bo şertên adil û aştî pêk werin me hevdîtinên girîng bi welatên herêmê kirin. Ji bo tiştên baştir biqewimin em di nava hewldanan de ne. Rêbertiya DYA’yê wek altenatîf nayê dîtin. Welat li me dinêrin, em di nava hevkariyê de ne.    Ji bo alîkariya mirovî em di nava hewldanek zêde de ne. Yek ji mijarên girîng jî mijara rehîneyan e. Em pirr li ser vê rawestiyan e. Em ji bo vê jî dikarin feydeyê temîn bikin. Tenê ne Xeze, ji bo Şerîa Rojava jî. Li dijî tundiya zêde daxuyaniyên me çêbûn. Soz ji bo îsraîliyan hat dayîn, em ê ji nêz ve bişopînin.”