Hûrgiliyên qezaya li Misircê diyar bûn 2023-11-07 10:14:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Misircê otomobîlek wergeriya û piştre jî agir vêketibû. Hat zanîn ku di qezayê de dayikek û 5 zarokên wê jiyana xwe ji dest dane.  Duh li navçeya Misircê ya Sêrtê otomobîlek wergeriya û tanka LPG’ê teqiya. Hûrgiliyên qezayê diyar bûn. Bûyer, duh saet di 19.00’an de li derdora gundê Hishisê qewimî. Wesayîta bi plakaya 72 KA 229 a ku Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Hezoyê yê berê Mehmet Yaşar diajot, dema ber bi navçeya Hezo ya Êlihê ve diçû ji kontrolê derket û wergeriya.    Ji ber teqîna tanka LPG’ê ya di wesayîtê de, agir bi wesayîtê ket. Li cihê bûyerê komên agirkujiyê, AFAD, Tenduristiya Lezgîn a 112 û cendirmeyan hatin sewqkirin. Ajokar Yaşar û keça wî ya 11 salî bi birîndarî hatin rizgarkirin.    Lê belê hevjîna wî ya berê Aynûr Yaşar û zarokên wan Bêrîtan (15), Viyan (14), Bahoz (12), Cûdî (6) û Rodî (4) jiyana xwe ji dest dan.   Endamên malbatê yên jiyana xwe ji dest dayîn li gundê Zengovî yê navçeya hezoyê hatin definkirin.   JI HEDEP’Ê PEYAMA SERSAXIYÊ    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) têkildarî qezayê li ser hesaba xwe ya X’ê peyama sersaxiyê da. Di peyamê de wiha hate gotin: “Di encama qezaya li navçeya Misircê ya Sêrtê de Hevserokê DBP’a Hezoyê yê berê Mehmet Yaşar bi giranî birîndar bû û hevjîn û 5 zarokên wî jî jiyana xwe ji dest dan. Serê malbat û xizmên wan sax be û ji bo Mehmet Yaşar jî şîfaya xêrê dixwazin.”