Hatîmogûllari: AKP rondikên derew dibarîne 2023-11-07 12:46:09   ENQERE - Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser mitînga AKP’ê ya ji bo Filistînê û wiha got: “Weke ku ev mitîng ji bo amadekariyên hilbijartinên rêveberiyên herêmî li dar xistibûn. Ji bo gelê Filistînê negirîn. Rondikên derew dibarînin.”   Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûllari Civîna Komê ya Meclisê de axivî. Hatîmogûllari bal kişand ser salvegera Şoreşa Cotmehê ya 106 sal berê û wiha got: “Ez hemû rêhevalên xwe yên di têkoşîna azadî, demokrasî û sosyalîzmê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînim. Em ê her tim alaya wan li ba bikin. Heta ku xeyalên Şoreşa Cotmehê pêk tên jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.”    SOZA PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ, WEKHEV Û BÊPERE    Hatîmogûllari bal kişand ser salvegera damezirandina Lijneya Hîndekariya Bilind (YOK) û wiha got: “YOK, berhema Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê ye. Xwestin bi destê YOK’ê zanîngehan kontrol bikin. AKP’ê ev sazî bi temamî xist bin kontrola xwe û niha tevî YOK’ê li ser zanîngehan terorê dike. Hejmara ciwanên ji ber bêkariyê întîhar dikin zêde dibin. Ciwan di asansorên xerab ên wargehên KYK’ê de dimirin. Lê ev îktîdar û YOK tenê temaşe dikin. Mirinên ji ber asansoran qeza nînin, komkujî ne. Em ê tevî meclisa xwe ya ciwanan li dijî zîhniyeta YOK’ê û ya ku wê didomîne têbikoşin. Heta ku zanîngeh, ciwan û akademîsyen azad dibin dê ev têkoşîn bidome. Yek ji sozên me jî perwerdeya bi zimanê dayikê, ya zanistî, wekhev û bêpere ye.”   ‘RONDIKÊN DEREWÎN DIBARÎNIN’   Bi domdarî Hatîmogûllari bal kişand ser êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê û ev tişt anî ziman: “Hemû cîhan tenê temaşe dike. Em bi gelê Filistînê re ne. AKP’ê ji bo piştevaniya bi gelê Filistînê re mitîng li dar xist. Axaftina Erdogan a di mitîngê de dê were bîra we. Dê bibêjî qey mitînga amadekariya hilbijartina rêveberiyên herêmî ye. Bi rastî jî kesekî ji bo Filistînê digiriya tune bû. Heta ku hûn têkiliyên bazirganî û leşkerî bi Îsraîlê re qut nekin, hûn nikarin tiştekî bikin. Hûn nikarin li gel gelê Filistînê bin. Niha dibêjin; ‘em ê bibin garantor û werin em aştiyê pêk bînin.’ Gelo serokê giştî yê AKP’ê heta niha di çend şer û pevçûnan de bi rola çareseriyê rabûye? Hîç. We ji bo kîjan aştiyê tiştek kiriye? Hîç. Hûn ê bibin garantora çi? Di demekî ku pirsgirêka kurd ewqas zindî de, di demekî ku hûn guh nadin bangên ji bo aştiyê, hûn qala kîjan aştî û garantoriyê dikin? Erdoganê ji bo şerê Filistîn-Îsraîlê dibêje ‘şer, wijdana gelan tune dike’, her roj bombeyan li ser serê kurdan dibarîne. Dil û wijdana we ziwa bûye. Dil û ruhê we ewqas ziwa bûye ku dê li Rojhilata Navîn weke fîrewn peykerê we bê danîn.    PIRSGIRÊKÊN ESASΠ   Her çend ku îktîdar guherîbin jî di sedsala ewil a komarê de du pirsgirêk qet neguherîn; yek pirsgirêka kurd a din jî ya elewiyan e. Çand, nasname û baweriya elewiyan tune hesibandin. Civaka elewî rastî polîtîkayên komkujiyên domdar hatin. Lê tevî her cureyên zilmê jî civaka elewî li ber xwe da. Dema komareke demokratîk hate avakirin wê demê dê elewî jî mafên xwe bi dest bixin.    BERSIV DA GOTINÊN BAHÇELÎ   Şirikekî biçûk ê vê îktîdarê heye. Şirikê biçûk serê sibehê civîna komê li dar xist. Serokê wê yê giştî ji bo Selahattîn Demîrtaş got; ‘terorîst e û HEDEP dabeşkar e.’ Demîrtaş, rûmeta vê erdnîgariyê ye. Rûmeta me, serfiraziya me ye. Yên ji partiya me re dibêjin ‘dabeşkar’ jî bila li xwe binêrin. Tu dersekî ku em ji vê partiya yekperest û nîjadperest bigirin tune ye. Ew neçar in ku hesabê bidin gel. Dabeşkarên esil ew in. Ew, dijminên kurdan e. Heke ji destê wan bê dê her kesên ne ji wan biavêjin bîran û bi ser de kilsê birijînin. Gelo we heta niha dîtiye Bahçelî qala xizaniya li welêt û modêleke aboriyê kiriye? Ji bilî rageşiyê û nîjadperestiyê tu tiştekî nake. Hûn nikarin ji kesên bi dengên gel hatine hilbijartin re bibêjin ‘terorîst.’ Heke hûn wisa bibêjin em heman gotinê li we vedigerînin.   BANG LI WEZARET Û CPT’YÊ KIR   Ji bo pirsgirêka kurd were çareserkirin, em di nava hewldanan de ne. A rast li vir sûcekî navneteweyî tê kirin. Derhiqûqtî û dermirovtiyek heye. Li tu deverên cîhanê hevdîtina girtiyekî ya bi malbat û parêzeran re 3 salan nehatiye astengkirin. Banga me ji bo Wezîrê Dadê ye; bi ser biryara tevdîrê ya Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) re salek derbas bû. Lê we tu gavên şênber neavêtine. Di vê mijarê de tavilê peywir û berpirsyartiyên xwe pêk bînin. Banga me ji bo CPT’ê ye; peywira xwe pêk bînin, herin giravê û rewşa birêz Ocalan bi raya giştî re parve bikin. Gelê kurd û yên Rojhilata Navîn rewşa li giravê mereq dikin. Rakirina tecrîdê dê ji bo bidawîkirina şerê li Xezeyê û çareserkirina pirsgirêkên gelên li Rojhilata Navîn gavekî erênî be. Lewma em dibêjin tavilê tecrîdê rakin.    Em ê pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û wekhevîxwaz çareser bikin. Gelê me yê hêja, dem ne dema bêdengmayîn û temaşekirinê ye. Ji bo rizgariya civakî pêdivî bi xebatê heye.    EM Ê SINDOQAN DEYNIN Û DIYAR BIKIN   Em careke din ji tevahiya gelê me re parve dikin; em ê sindoqan deynin û namzetên xwe bi îradeya gel diyar bikin. Em ê rêveberiyên herêmî xurt bikin. Em ê hemû rêyên demokrasiya yekser bi kar bînin û derfetên biryardayînê yên gelên xwe mezintir bikin. Ji bo vê jî xebatên me berdewam in. Em ê di 11-12’ê mijdarê de li Enqereyê konferansa xwe ya rêveberiyên herêmî li dar bixin. Em ê şimaqa herî mezin li qeyûman bixin. Ji bo vê jî em mecbûrin ku bi şev û roj bixebitin.    EM Ê SILAVÊ BIDIN HER KESΠ   Banga min ji bo gelê me ew e ku di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de tu kes li mala xwe rûnene. Divê li taxa xwe em li deriyê her kesî bixin, silavê bidin her kesî. Em ragihînin ku ji niha ve me xebatên hilbijartinê dane destpêkirin. Ji endamtiya lijneya sindoqan heta tax û gundan, divê em serî li partiyê bidin û peywirê li xwe bigirin. Şaredarî ne yên qeyûmên her tişt dizîn û şêlandin lê yên gel in. Malên gel in. Divê em dizîker û xespkar ên ketine mala me def bikin. Karên qeyûman tenê ev bûn; xesp, nelirêtî, deyn û pişaftin. Qeyûm, rejîma darbeyê ye. Lewma em ê bi ruhekî mezin xwe ji bo vê pêvajoyê amade bikin. Vîna gel dê li dijî xespkaran teqez bi ser keve. Dê qeyûmên dagirker û patronên wan têk biçin.”