Ji bo nelirêtiyên li Şaredariya Peyasê mifetîş hate peywirdarkirin 2023-11-07 13:02:46   AMED - Ji bo lêkolînkirina nelirêtiyên li Şaredariya Peyasê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, mifetîş hate peywirdarkirin.    Şaredariya Peyasê ya Amedê ku Arîf Karaman weke qeyûm lê hate tayînkirin, par îhaleya qîrkirin û xurdikê çêkiribû. Hat îdiakirin ku di îhaleyê de “nelirêtî” hatine kirin û li ser van îdiayan, Wezareta Karên Hundir mifetîş peywirdar kir. Mifetîşê milkiyeyê, tevahiya ewraqên îhaleya qîr û xurdikê lêkolîn kir. Tê payîn ku piştî temamkirina xebatê dê mifetîş raporê amade bike û pêşkeşî Wezareta Karên Hundir bike.    Di heman demê de sermifetîşê milkiyeyê li ser giliyên Î.Ç. ên derheqê cîgirê şaredar de jî disekine.   NELIRÊTÎ LI SER ÇAPEMENIYÊ JÎ BELAV BÛBÛ   Dezgehên ragihandinê belav kiribûn ku di îhaleya xurdikê ya Şaredariya Peyasê de 20 milyon TL nelirêtî hatiye kirin. Li gorî agahiyên li ser çapemeniyê hatine parvekirin; koma ku Midûrê Karên Fenê Anil Alper ê qeyûm Arîf Karaman ji Trabzonê îthal kirî jî di nav de, di îhaleya xurdikê de 20 milyon TL nelirêtî kiriye.    SÛCÊ XWE XISTIN STÛYÊ 3 KARKERAN   Qeyûm Arîf Karaman hewl da sûcê xwe tevekê têxe stûyê 3 karkerên ku di nelirêtiyê de parekî biçûk standî. Piştî ku îdiayên nelirêtiyê pir zêde belav bûn, qeyûm Karaman hembajariyê xwe Anil Alper ji peywirê girt û li şûna wî cîgirê xwe Cîhad Kayhan peywirdar kir.    SERDEMA QEYÛM KOÇ   Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adarê de HDP’ê bi rêjeya ji sedî 66,35’ê şaredarî bi dest xist. Di 22’yê cotmeha 2019’an de jî Unal Koç weke qeyûm li şaredariyê hate tayînkirin. Di 5’ê nîsana 2022’yan de cihê peywirê yê Koç hate guherandin. Koç beriya ku biçe, mîna qeyûmê ewil yek bi yek hemû neguhêzbarên şaredariyê dewr kir. Koç, di 5’ê nîsanê de ji hêla wezareta karên hundir ve ji peywirê hate girtin û tayînî navçeya Bulancak a Gîresûnê hate kirin lê tevî vê yekê jî tevahiya wan ên bi referansa AKP’iyan, 45 kes wergirt kar.