2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Emîne Ayna 2023-11-07 13:34:25 AMED - Dadgehê bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê”, 2 sal û 6 meh cezayê hefsê da Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Emîne Ayna. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Emîne Ayna ku ji hevserokatiyê îstîfa kiribû, bi hinceta axaftinên di 34 çalakiyên di navbera salên 2011-2016’an de hatine kirin, doz hatibû vekirin. Di dema van çalakiyan de Ayna parlamenter bû û doz bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” û “muxalefeta li dijî qanûna civîn û meşên xwepêşandanê” hate vekirin. Di dozê de ceza li Ayna hate birîn.    Danişîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Ayna, ji dosyaya Kobanê girtî ye û tev li danişînê nebû lê parêzera wê Semra Balyan amade bû. Dozger, mutalaaya xwe ya bi îdiayên “li pey hev propagandaya rêxistinê kiriye” û “muxalefeta li dijî qanûna civîn û meşên xwepêşandanan” dubare kir û xwest Ayna were cezakirin.   'AXAFTINÊN TÊKILDARÎ ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD IN’   Parêzera Ayna, Semra Balyan got ku parastina xwe ya nivîskî pêşkeşî dosyayê kirine û wiha got: “Dema miwekîla min ev axaftine kirin, Hevseroka Giştî ya BDP’ê û parlamenter bû. Ev axaftin, di çarçoveya xebatên siyasî de hatine kirin. Di van axaftinan de ji bo tundiyê teşwîqek tune ye û têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd in. Hêmayên sûcê miwekîla min pê tê tawanbarkirin çênebûne. Beraeta miwekîla xwe dixwazim.”    JI BO PROPAGANDAYA LI PEY HEV CEZA HATE DAYÎN   Dadgehê ji ber 7 axaftinan, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” 2 sal cezayê hefsê da. Dadgeha ku gihişt wê qenaetê ku ev propaganda li pey hev hatiye kirin, ceza derxist 3 salan. Dadgehê, ceza daxist û kir 2 sal û 6 meh. Ji bo îdiaya “muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” jî dadgehê biryara beraetê da û ji bo axaftin û çalakiyên din jî  “taloqkirina teqîbatê” da.