Radyo Hêviyê HEDEP sansur kir 2023-11-07 14:25:15   STENBOL - Radyo Hêvî ku bi kurdî weşanê dike, teklîfa Rêxistina HEDEP’ê ya Stenbolê ya ku dixwest ji bo kongreye reklamekê bide, bi hinceta “qedexeye” red kir. Rêveberên partiyê yên ev nêzîkatî rexne kirin wiha gotin: “Em vê yekê ji teqdîra gelê xwe re dihêlin.”   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) ya Stenbolê dê 2’yemîn Kongreya xwe ya Awarte di 12’ê mijdarê de li Navenda Pêşengehê ya Yahya Kemal Beyatli ya li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê li dar bixe.  Rêveberên partiyê ji bo ku reklama ragihandina kongreyê di çapemeniyê de biweşînin bi rayedarên Radyo Hêvî ku weşana kurdî dike re ketin têkiliyê.    Rayedarên radyoyê teklîfa Rêxistina HEDEP’a Bajêr bi hinceta “qedexe” ye paş ve vegerandin.    Komîsyona Çapemeniyê ya Rêxistina HEDEP’ê ya Bajêr têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “Radyo Hêviyê diyar kir ku ‘qedexe’ ye û nikarin danasîna kongreyê bikin. Tevî ku hevalên me yên xebatên çapemenî û weşanê dimeşînin diyar kirin ku dikarin ji saziyên çapemeniyê re daxwazeke wiha bikin jî kesê li ser navê Radyo Hêviyê hevdîtin kiriye bi helwesteke tinazokî gotiye ‘hûn naveroka banga xwe bişînin em ê li binêrin’.    ‘EM VÊ NÊZÎKATIYÊ ŞERMEZAR DIKIN Û QEBÛL NAKIN’    Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Radyo Hêvî ku îdia dike muzîka kurdî dike û xwedî li muzîk û zimanê kurdî derdikeve, bi feraseta desthilata ku hewl dide partiya me krîmînalîze bike tevdigere. Ev helwest li dijî feraseta rêgezî ya weşanê ye. Em vê helwesta li dijî partiya me şermezar dikin û qebûl nakin. Em vê yekê ji teqdîra gelê xwe re dihêlin.”