Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya Ocalan li qadan bin 2023-11-07 14:56:13   WAN - Li navçeyên Ebex û Elbakê yên Wanê di civînên gel de azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate xwestin û ji bo Meşa Gemlîkê ku dê di 18’ê mijdarê de bi dirûşmeya “Meşa Azadiyê” were lidarxistin, banga tevlibûnê hate kirin.     Di pêşengtiya Komeleya Çand, Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên li Dêrguşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Windakirine re (MEBYA-DER) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) ji bo balê bikişînin ser tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û “Meşa Azadiyê” ku dê di 18’ê mijdarê de ber bi Gemlîkê ve bê lidarxistin li navçeyên Ebex û Elbakê yên Wanê civînên gel hatin lidarxistin.    ‘TECRÎD BELAVÎ TEVAHIYA KURDISANÊ BÛ’   Civîna gel di xwaringeheke Elbakê de hate lidarxistin û gelek kes tev li civînê bûn. Hevseroka DBP’a Wanê Şengul Polat di civînê de axivî û destnîşan kir ku ew di pêvajoyeke zehmet de derbas dibin û ev tişt anî ziman: “Bi salan e tecrîdeke giran li ser Ocalan tê meşandin. Ev tecrît ji bo rêya aştiyê astengiyê derdixe. Tecrîd a niha di şexsê Ocalan de belavî tevahiya Kurdistanê bûye. Civîn, xebat, çalakî û meşên me dê ji bo rakirina tecrîdê û azadiya hemû girtiyan werin lidarxistin.”   BANGA TEVLIBÛNA MEŞÊ    Hevseroka Şaxa MEBYA-DER'a Wanê Hanim Kaya jî destnîşan kir ku ew ê xwedî li têkoşînê derbikevin û anî ziman ku azadiya Ocalan azadiya tevahiya civakê ye. Kaya da zanîn ku yekane Mifteya Çareseriyê Ocalan e û ev tişt gotin: “Êdî divê em xwedî li mifteya aştî û demokrasiyê derbikevin. Divê em bibin yek dil û li qadan deng derbixin. Tecrîda li ser Ocalan belavî her kolan û taxên Kurdistanê bûye. Ji bo ku em vê tecrîdê bişkînin, azadiya Ocalan pêk bînin dê di 18’ê mijdarê de bi navê “meşa azadiyê” ber bi Îmraliyê ve “meşa azadiyê” li dar bixin. Divê her kesek bi awayekî xurt tev li meşê bibe.”   ‘EM Ê JI BO AZADIYA WÎ YA FIZÎKÎ LI QADAN BIN’   Hevserokê TUHAY-DER’a Wanê Çetîn Ûyar jî anî ziman ku divê her kes di ferqa giranahiya pêvajoyê de be û wiha got: “Birêz Ocalan bi salane di bin tecrîdê de ye, nahêlin em dengê wî jî bibîhizin. Hemû kesên xwedî wijdan divê bibin şirikî vê têkoşînê. Divê em peywîra dikeve li ser milên me bikin. Heta ku birêz Ocalan û her çar parçeyê Kurdistanê azad nebe divê kes bi awayekî rehet li mala xwe nerûne. Divê em ji bo azadiyê têbikoşin. Em ê di 18’ê mijdarê de meşa azadiyê li dar bixin. Me heta niha daxwaza hevdîtinê ya bi malbat û parêzeran re dikir lê êdî em daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan dikin û em ê ji bo vê meş û aktîvîteyan li dar bixin. Em herkesê vedixwînin meşa azadiyê. Werin em bi hev re bibin dengê zindanan.”   Civîna gel bi nîşandana sinevîsyonê bi dawî bû.    LI EBEXÊ CIVÎNA GEL   Li navçeya Ebexê jî navnîşana civîna gel bû avahiya navçeyê ya HDP’ê. Hevserokê Şaxa MEBYA-DER’a Wanê Enver Taş ê di civîna welatî tevlibûyîn de axivî, wiha got: “Ji bo ku aştî were vî welatî divê herkes xwedî li birêz Ocalan, axa xwe, zarokên xwe û nirxên xwe derkeve.”   ‘JI BI MEŞA AZADIYÊ BANG’    Hevseroka TUHAY-DER’a Wanê Edîbe Babûr a pişt re axivî jî bal kişand ser tecrîda belavî girtîgehan bûyî û wiha got: “Azadiya birêz Ocalan û girtiyan li ser milê me ye. Ji ber vê yekê divê em gelek bixebitin. Çi bikin bila bikin em ê wan ji girtîgehê derxînin. Ji bo vê divê jin, ciwan herkes tev li meşa azadiyê ya di 18’ê mijdarê de ber bi Gemlîkê ve were lidarxistin bibin.”   ‘DIVÊ EM OCALAN AZAD BIKIN’    Hevserokê DBP’a Wanê Harûn Okay jî diyar kir ku sed sal in gelê kurd jib o azadiya xwe bedelên giranbiha dide û wiha got: “Divê em birêz Ocalan êdî ji nav wan çar dîwaran de derxînin û azad bikin. Divê em li her tax, kolan û bajar bixebitin. Ji ber vê yekê divê herkes tev li meşa ber bi Gemlîkê ve tê lidarxistin bibe. Em tenê naxwazin ku tecrîd rabe, em azadiya birêz Ocalan dixwazin. Divê em bi esas girtina paradigmaya birêz Ocalan xebatan bimeşînin. Roj ne roja rûniştin û bêdengiyê ye. Heke em di ferqa hêza xwe de bin em dikarin her tiştî pêk bînin.”