Derbarê rojnamevan Ren û 3 girtiyan de doz hate vekirin 2023-11-07 15:24:51   RIHA - Derbarê nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren û 3 girtiyên din de bi îdiaya “heqaret” û “bi qestî birîndarkirinê” doz hate vekirin.    Serdozgeriya Komarê ya Rihayê lêpirsîna xwe ya bi îdiaya nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren û Asli Ceren Aslan, Sabîha Under û Zerga Açar li dijî gardiyanên di 19’ê tîrmeha 2019’an de li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Rihayê tên ragirtin, di dema hejmartinê de heqaret li wan kirine sûcê “Heqaretê û birîndarkirina biqestî” kirine, derbarê wan de dabû destpêkirin temam kir. Îdianameya ji aliyê 4’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Rihayê ve hate qebûlkirin de Ren û Aslan bi “Heqaretê” û Sabîha Under jî bi “birîndarkirin biqestî” tê sûcdarkirin.    QEYDA KAMERAYÊ    Di îfadeyên di îdianameyê de cih digirin de girtiyan sûcdarî redkirin û diyar kirin ku gardiyanan heqaret li wan kirine. Di rapora kesê pispor a têkildarî bûyerê de dahurandina qeydên kamerayan a roja bûyerê hate kirin. Di dîmenan de tê dîtin ku gardiyan dest û tiliyên xwe dirêj dikin û girtî jî bi îşareta serkeftinê bersivê didinê.    DAXWAZA CEZAKIRINÊ HATE KIRIN    Di îdianameyê de hate îdiakirin ku girtiyan ji ber gardiyanan peywîra xwe ya cemaweriyê bi cih anîne êrişî wan kirine. Di îdianameyê de hate diyarkirin ku gardiyanê tê îdakirin êriş lê hatiye kirin, piştî bûyerê rapora derbê negirtî ye û hate îdiakirin ku di dîmenên kamerayê de hatiye fêmkirin ku gardiyan hatine derbkirin. Di îdianameyê de hate ragihandin ku girtiyan li dijî gardiyanan bi awayekî ser hev sûcê heqaretê kirine û hate îdiakirin ku girtiyan her wiha bi awayekî ser hev sûcê gef xwarinê jî kirine.    DARIZANDINA BIDANIŞÎN   4’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Rihayê tevî ku sûcdarî “sûcên girêdayî usule darizandina hêsan” e jî biryar girt ku darizandin bi danişîn bê kirin. Dadgehê dîroka danişîna ewil weke 19’ê çileya 2024’an diyar kir.