Doza Kobanê: Siyasetmedarên tên darizandin Parrhesiastesên serdemê ne 2023-11-07 15:39:03   ENQERE - Parêzer Ozgur Yaldiz di Doza Kobanê de axivî û darizandina siyasetmedarên kurd wek “Parrhesia (Vegotina heqîqetê) Foucault nirxand û siyasetmedarên tên darizandin jî ew kêsên ku heqîqetê vegotine ne.    Danişîna 40’emîn a Doza Kobanê di roja duyemîn de berdewam dike. Ji dozê 18 girtî 108 siyasetmedar tên darizandin. Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de ne. Danişîn li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê tê lidarxistin û 22’yemîn Dadgeha Cezayê Enqereyê dozê bi rê ve dibe.    Hin siyasetmedarên girtî bi rêya SEGBIS’ê beşdarî danişînê bûn.    Danişînê bi parastina parêzerên siyasetmedara girtî Dîlek Yagli, Ozgur Yaldiz û Hakan Bozyûrt dest pê kir.    Parêzer Ozgur Yaldiz di parastina xwe de li ser pirtûka “Vegotina Heqîqetê-Rastiyê” ya dîroknas, civaknas û filozof Michel Foucault ku “Parrhesia ango vegotina heqîqetê” kiriye têgeh rawestiya.    ‘VEBÊJÊN HEQÎQETÊ’    Yaldiz destnîşan kir ku Parrhaesia wek “vegotina heqîqetê, tevî serdestan jî parastina heqîqetê” pênase dike û got: “Kesê ku heqîqetê vedibêje her çiqas ji bo wî rsîk ango metirsî jî derdixe lê tevî vê yekê heqîqetê diaprêze. Li gorî Foucult heke kesek heqîqetê vebêje rîsk û metirsî be jî vê bi ‘Parrhesia’ dibêje. Çi dibe bila bibe filozof heqîqetê vegotiye. Ew bi vegotina heqîqetê bawer e. Tevî vê yekê jî rîskê dide ber çavên xwe. Çimkî her gav dibe ku despot li dijî rastiyê bi hêrs bibe, wî ceza bikin û wî bişînin sirgûnê anjî wê bikuje.    Lewma ez jî ji miwekîlên me yên siyasetmedar re dibêjim “Parrhesîastesên’ demê ne û ew kesên ku heqîqetê vedibêjin e.    BINPÊKIRINÊN MAFAN    Yaldiz anî ziman ku miwekîla wî hem di pêvajoya lêpirsînê û hem jî di pêvajoya dozê de bi gelek binpêkirinên mafan re rû bir rû maye û mafê darizandina adil, azadiyê û ewlehiyê, mafê raman û azadiyê yên miwekîla wî û hemû siyasetmedarên din hatine binpêkirin û îdianame û mutala bi kêmasiyan tije ne.    Piştî parastina parêzeran şandeya dadgehê navber da danişînê.