Li Stenbolê dê û keça wê hatin kuştin 2023-11-08 11:26:35   STENBOL - Li navçeya Bagcilarê Filîz Çîlîngîr û keça wê ya 14 salî Selîn Akçay, ji aliyê zilamê bi navê Barbaros Tuzun ve hatin kuştin.    Li navçeya Bagcilar a Stenbolê Filîz Çîlîngîr û keça wê ya 14 salî Selîn Akçay, ji aliyê zilamê bi navê Barbaros Tuzun ve hatin kuştin. Dê û keç, rastî êrişa çekdarî ya Tuzun hatin. Piştî ku welatiyên li derdorê hay pê xistin, tenduristkar hatin cihê bûyerê. Tenduristkaran diyar kir ku dê û keç her du jî jiyana xwe ji dest dane.   Hat destnîşankirin ku Tuzun, piştî ku Filîz Çîlîngîr û keça wê kuştine, xwe jî kuştiye.