DFG: Bila dozên derbarê rojnamevanan de bên betalkirin 2023-11-08 14:31:11   AMED - DFG'ê xwest ku rojnamevanên girtî bên berdan û dozên derbarê rojnamevanên tên darizandin de bên betalkirin.    Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) derbarê "qanûna sansurê" ku hevdîtina wê li Dadgeha Destûra Bingehîn didome û danişînin dozên derbarê rojnamegeran de hatine vekirin daxuyaniyeke nivîskî weşand. DFG'ê bi bîr xist ku “Zagona Sansurê” li Meclisê di 13’ê cotmeha 2022’an de hat erêkirin û bi bîr xist ku têkildarî serlêdana betalkirina “Zagona Têkoşîna Dezenformasyonê” îro li Dadgeha Destûra Bingehin tê dîtin.    DFG'ê bal kişand ser danişînên dozên rojnamevanên girtî û wiha got: "Di çarçoveya lêpirsînek li Amedê di 8’ê hezirana 2022’yan de li dijî rojnamevanan operasyonek pêk hat. 20 jê rojnamevan 22 kes di vê operasyonê de hatin binçavkirin. 16 rojnamevan piştî binçavkirina 8 rojan di 16’ê Hezîranê de hatin girtin. Di çarçoveya heman dozê de, piştî 13 mehan, di 11 û 12’ê Tîrmehê de, di danişîna ewil a li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin de, 15 rojnamevan hatin berdan. Duyemin danişîna dozê dê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin.    Hevserokê Komeleya me Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Ali Ertaş, Edîtorê Ajansa Mezopotamya (MA) Azîz Oruç, Rojnamevan Lezgin Akdeniz, Zeynel Abîdin Bulut, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahim Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remzîye Temel, Ramazan Gecîken û Mehmet Şahin û rojnamegerên serbest dihatin darizandin Kadir Bayram, Esmer Tunç û Mehmet Yalçin dê sibê ji nûve derkevin pêşberî dadgehê.  Rojnamevanên ji ber pîşeyên xwe tên darizandin, bi angaşta 'Endamtiya rêxistinê' têne tawanbarkirin. Di heman demê de Midûra Karên Nivîsan a JINNEWS’ê Safiye Alagaş ku ji dosyayek cuda tê darizandin jî dê sibê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê darizandin.    DANIŞÎNIN DOZÊN ROJNAMEVANAN SIBÊ NE   Li aliyê din di operasyona 25’ê nîsanê de ku di nav de rojnamevan jî hebûn rojnamevan Mîkaîl Barût jî hatibû girtin. Barût, sibe li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê wê derkeve pêşberî dadgehê. Sibê dîsa rojnamevan Bariş Pehlivan ku ji ber xebatên rojnamevaniyê girtî tê darizandin dê derkeve pêşberî dadger. Der barê Pehlîvan de di sala 2020’an doz lê hatibû vekirin û 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Pehlivan ku cara pêncemîn tê girtin dê sibê saet 13.30’an de li 2’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê ku li Çaglayanê ye derkeve pêşberî dadger. Dîsa rojnamevan Bariş Terkoglu, Ahmet Sever, Canan Kaya, Îsmînaz Temel, Havva Cuştan û Mansur Çelîk dê sibê di çarçoveya doza li wan hatiye vekirin derkevin pêşberî dadgehê."   HER ROJ ROJNAMEVAN TÊN DARIZANDIN   DFG'ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: "Wekî tê dîtin li edliyeyan, dozger û dadger ji bo rojnamevanan darizînin di nava mesaiyek zêde de ne. Her roj rojnamevan tên darizandin. Doz li rojnamevanan tên vekirin. Rojnamevan di bin dorpêç û şopandina darazê de ne. Lê erk û peywira rojnamevanan ne salonên darazê ye, li qadan şopandina nûçeyan e. Divê li korîdorên darazê nûçeyên hiqûqê bişopînin. Dema ku ew bên darizandin, mixabin ew dibin mijara nûçeyan. Ev jî dibe sedem ku pergalek sosret ava bibe. Ji bo ev sosretî bi dawî bibe divê berî her tiştî rojnamegerên girtî bên berdan. Divê darizandina rojnamevanan a neheq bi dawî bibe. Ger ku rojnamevan neyên berdan û darizandina wan bi dawî nebe mirov nikare behsa darazek hiqûqî bike.    EM Ê LI CEM HEVALÊN XWE YÊN TÊN DARIZANDIN BIN   Em ê sibe vê dozê ji nêzîk ve bişopînin. Em ê li edliyê li tenişta hevalên xwe yên tên darizandin rawestin. Ji bo dengê me xurt û gur bê bihîstin em bang li raya giştî dikin ku rojnamevanan bi tenê nelêlin. Dîsa em bang li hemû rojnamevanan dikin ku me tenê nehêlin. Em bang li hemû saziyên eleqeder dikin ku hempişeyên me bi tenê nelêlin. Bi vê wesîleyê em dipên ku di mijara 'Zagona Sansurê' de Dadgeha Destdûra Bingehîn ji bo betalkirinê vîna xwe nîşan bide. Em dubare diyar dikin ku em vê zagona rojnamevanan dixe bin tundî û zorê bi tu awayî qebûl nakin.