Girtiyê piştî 30 salan ji girtîgehêd erket girseyî hat pêşwazîkirin 2023-11-08 18:57:13   ÊLIH - Hasan Îpek ê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, li Êlihê bi girseyî hat pêşwazîkirin.   Hasan Îpek piştî 30 salan duh ji Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Bandirma ya Balikesîrê derket, li Êlihê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Parlamentera HEDEP’ê ya Êlihê Zeynep Odûncû, TJA, Meclisa Dayikên Aştiyê, rêxistinên parêzgeha Êlihê HDP, HEDEP, DBP û komeke qelebalix li bajarokê Girêsira Îpek pêşwazî kirin. Girseya li vir bi konwoyê derbasî mala Îpek a li Taxa Saglikê bûn. Hasan Îpek li vir bi çepik, tilîlî û fîşekên hewayî bi coş hat pêşwazîkirin.   Îpek li vir axaftineke kurt kir û got: “Ji bo vê pêşwazîkirina bi coş spasiya we hemûyan dikim. Silavên hevalên li girtîgehê ji we hemûyan re heye. Dil û mêjiyê me bi hevalên me yên li wir li berxwe didin re ye. Dubare ji bo hatina we spas dikim.”