ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2023'YAN 2023-11-09 09:00:05   * Hevserokê HEDEP’ê yê Êlihê Seyît Bîlal Evren ê ji bo “Meşa Azadiyê” ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ber bi Gemlîkê ve bê lidarxistin bang kir, wiha got: “Ji bo tecrîd bê rakirin em ê li qadan bin.”   * AKP hewl dide di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de li navçeya Elkê bi ser keve û di vê çarçoveyê de 200 jê cerdevan navnîşanên 650 kesan ji gundan veguhest navenda navçeyê. Ji cerdevanan navnîşanên 67’an li heman apartmanê û yên 133’yan jî li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê hatin qeydkirin.    * Li navçeya Çinar a Amedê malbata ciwanên ku winda bûbû îxbara malbata Akbogayê kiribû. Piştî vê xaniyê malbata Akboga hatibû xerakirin. Malbata AKboga ku zirara wan nehatiye dyaîn, bi mehan e di konteynereke 21 metrekareyî de dijî.    * Akçay Taşçi, parêzerê Parlementerê TÎP'ê Can Atalay, ji bo dozên Gezî û Kobanê got: "Komploya herî mezin a ku desthilatê ew afirandiye, doza wan a xeyalî ya herî mezin e."    * Ji Înîsyatîfa Rewşenbîr û Hunermendên Demokratîk nivîskar Ahmet Aktaş destnîşan kir ku tecrîda Îmraliyê "êrişeke bîrdozî ye" û got: "Heya tecrîda li ser Abdullah Ocalan ranebe dê çalakiyên me bidomin."    * Yek ji îmzekeran rojnamevan Alî Dûran Topûz diyar kir ku deklarasyona “Banga Aştiyê” banga xurtkirina demokrasiyê ye û bal kişand ser statuya aktorên sereke yên daxwaza çareseriya aştiyane tînin ziman.   * Di ser erdhejên Mereşê de ku nêzî 50 hezar mirov jiyana xwe ji dest dan, 9 meh derbas bûn. Hê jî avahî nehatine temamkirin û ji ber vê piraniya mexdûrêne rdhejê di konteyneran de dimînin.    *Duyemîn danişîna doza Safiya Alagaş ku bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” tê darizandin dê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * Danişîna doza Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û Hevseroka HDP’ê ya berê Hulya Alokmen ku bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” tên darizandin dê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Danişîna ewil a aktîvîstên TJA’yê dê li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê berdewam bike. (10.00)   * MYK’a HEDEP’ê û Koma Meclisê dê têkildarî gilîkirina endamên AYM’ê ji hêla Dadgeha Bilind ve li navenda giştî ya HDP'ê bicivin. Dê Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan daxuyaniyê bidin. (11.00) ZINDÎ