Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kir: Em ê li dijî tecrîdê li qadan bin 2023-11-09 09:00:38   ÊLIH - Hevserokê HEDEP’ê yê Êlihê Seyît Bîlal Evren ji bo “Meşa Azadiyê” ku dê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ber bi Gemlîkê ve bê lidarxistin bang kir û wiha got: “Ji bo tecrîd bê rakirin em ê li qadan bin.”   Bi daxwaza tecrîda rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û azadiya wî ya fizîkî dê di 18’ê mijdarê de ber bi Gemlîkê ve “Meşa Azadiyê” bê lidarxistin. Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) ya Êlihê Seyît Bîlal Evren, ji bo meşê banga tevlibûnê kir.    ‘DIVÊ BÊHIQÛQÎ BI DAWÎ BIBE’    Evren, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê hem li dijî hiqûqa navxweyî hem jî li dijî hiqûqa navneteweyî ye û wiha got: “Divê demildest ev bêhiqûqî bi dawî bibe. Niha çavkaniya gelek pirsgirêkên tên jiyîn tecrîd e. Çavkaniya bingehîn a pirsgirêka aboriyê pirsgirêka kurd e. Heke tecrîd bê rakirin gelek pirsgirêk dikarin bên çareserkirin. Heke perspektîfa çareseriyê ya birêz Ocalan a têkildarî pirsgirêka kurd û pêşniyara wî ya çareseriyê ya têkildarî gelên Rojhilata Navîn xistibûna meriyetê niha hêzên emperyalist nedikarin li gorî serê xwe tevbigerin. Şerê li Rojava û Filistînê bandora vê yekê ye. Projeyên birêz Ocalan ji bo Rojhilata Navîn şensekî mezin in. Heke tecrîd bê rakirin dê pêkan be ku ev proje pêk bên.”   ‘DERKETINA LI DIJÎ SÛC PEYWIRA MIROVAHIYÊ YE’    Evren, destnîşan kir ku di kûrkirina tecrîdê de kêmasiyên rêxistinên sivîl ên civakî yên demokratîk û partiyên siyasî jî heye û wiha berdewam kir: “Ji bo ku ev birîna nayê kewandin bê dermankirin divê herkes tişta ji destê wî/ê tê bike. Bi armanca rakirina tecrîdê û raya giştî çêbibe dê ber bi Gemlîkê ve meş bê lidarxistin. Xebat dê heta roja meşê berdewam bikin. Ji bo ku ev meş bi girseyî bibe û encamek bê bidestxistin dê xebat bên kirin. Di vê çarçoveyê de bernameyek hate amadekirin. Ji bo ev tecrîd were rakirin em ê bi gelê xwe re li qadan bin. Divê ev bêhiqûqî demildest bi dawî bibe. Tiştên li Îmraliyê diqewimin sûcê mirovahiyê ne. Li dijderketina vî sûcî peywira mirovahiyê ye.”