Rojnameger Çelîk: Tawanbariya ‘endamtiya rêxistinê’ ya ji ber nûçeyan tiştekî sosret e 2023-11-09 09:30:54 AMED - Danişîna duyemîn a 18 rojnamegeran a li Amedê dest pê kir. Rojnameger Omer Çelîk li dijî îdianameya têkildarî biryara yekkirina dosyayê parastina xwe kir û wiha got: “Ji ber nûçeyên derheqê me de hatine çêkirin, em bi ‘endamtiya rêxistinê’ tên tawanbarkirin. Ev tiştekî sosret e.”  Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de polîsan di 8’ê hezîranê de bi ser gelek malên rojnamegeran de girtin. 18 rojnameger, di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin û di 16’ê hezîranê de hatin girtin. Rojnameger 13 meh piştre di danişîna ewil de hatin berdan. Duyemîn danişîna dozê ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye vekirin li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest pê kir. Rojnamegerên negirtî tên darizandin û parêzerên wan di danişînê de amade bûn. Rêveberên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), PENa Kurd, hiqûqnasên endamên Clonney Foundatıon for Justıce (Weqfa Clooney a ji bo Geórgia Canura û Carolina Saad jî di danişînê de amade bûn.    DOZA ‘NÛÇEYA TE HATIYE ÇÊKIRIN’   Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî îdianameya doza doza ku Serdozgeriya Komarê ya Hezexê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” vekirî û bi dosyaya heyî re hatiye yekkirin hate xwendin. Çelîk, li dijî îdianameya dosyaya hatiye yekkirin parastina xwe kir û wiha got: “Dixwazin vî dengî qut bikin. Girtiya me jî encama vê ye. Hêj bi ser tehliyekirina min re hefteyek derbas nebûbû ku îdianame hate amadekirin. Me got ku em rojnameger in. Gelo em di vê îdianameya duyemîn de bi çi tên tawanbarkirin? Ji 4 nûçeyên di îdianameya duyemîn de cih digirin 3 jê nûçeyên derheqê rojnamegeran de ne. Di van nûçeyan de navên hemû rojnamegeran hene. Lê ji ber van nûçeyan tenê derheqê min de doz hatiye vekirin. Ji ber van nûçeyan bi ‘endamtiya rêxistinê’ têm tawanbarkirin. Ev yek tiştekî sosret e. 15 sal in rojnamegeriyê dikim. Di sala 2017’an de li ser îxbara kesekî çûye emniyetê, derheqê 272 kesan ji ber parvekirinên li ser medyaya dijîtal lêpirsîn hate destpêkirin. Ev jî di dozê de derbas dibe. Bi çend salan beriya niha têkildarî Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Mûsa Çîtîl de dozek hate vekirin û me tevan ji vê dozê beraet kir. Biryara beraetê hatiye dayîn lê gelo ev fezleke çima di dosyayê de cih digire? Em dixwazin ev li ber çavan bê girtin. Nabe ku tiştên ez di vê îdianameyê de dibînim dadgeh nebîne. Ez neçar dimînim ku derheqê van tawanbariyan de parastina xwe bikim. Êdî biryar a dadgehê ye.”    ‘BILA ALAVÊN DIJÎTAL BÊN VEGERANDIN’   Parêzerê Çelîk, Resûl Temûr jî got ku tev li parastina miwekîlê xwe dibe. Piştre jî Temûr rapora Norveç PEN’ê ya têkildarî rojnamegeran pêşkeşî dadgehê kir. Temûr, xwest ku ev rapor di çarçoveya parastinê de weke referans were girtin. Temûr, da zanîn ku tevahiya kesên di raporê de rojnameer in, ev kes ji bo nûçeyan neçarin derkevin derveyî welat û xwest ku biryara qedexeya derketina derveyî welat were betalkirin. Temûr, got ku karên îmajê yên li ser alavên dijîtal bi dawî bûne û xwest ku alavên dijîtal li xwediyên wan bên vegerandin.    ‘BILA BIRYARA QEDEXEYA DERKETINA DERVEYÎ WELAT BÊ RAKIRIN’    Parêzer Temûr, destnîşan kir ku lêgerîn û girtekên lêgerînê yên di lêgerînên 8’ê hezîran û 8’ê tîrmehê yên li Arî Produksiyonê di dosyayê de nînin, xwest ev bên xwestin û got ku hewce nake xwe li benda guhdarîkirina şahidên derve bigirin.    Parêzerê Omer Çelîk, Fatîh Aydin jî di çarçoveya dosyaya yekkirî de parastin kir û got ku miwekîlê wî ji ber nûçeyan tê darizandin. Aydin, biryara AYM’ê ya derheqê rojnameger Cemîl Ugur de bi bîr xist û daxwaza beraetê kir.    Parêzerên rojnamegeran xwestin ku biryara qedexeya derketina derve were betalkirin.    DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN   Piştî daxwazên parêzeran, dadgehê biryara xwe da. Dadgehê biryar da ku ji bo girteka lêgerînê ya li Arî Produksiyonê ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê were xwestin muzekkere were nivîsandin, heke lêkolîna li ser alavên dijîtal bi dawî bibe bên îadekirin. Her wiha dadgehê daxwaza rakirina qedexeya derketina derveyî welat red kir û danişîna dozê taloqî 1’ê sibatê kir.    JI BER XEBATÊN XWE YÊN PÎŞEYÎ TÊN TAWANBARKIRIN    Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (Ma) Azîz Oruç, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, rojnameger Zeynel Abîdîn Bulut, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Kadîr Bayram, Esmer Tunç û Mehmet Yalçin di îdianameyê de ji ber xebatên xwe yên pîşeyî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên tawanbarkirin.