Ozel bi Kurtulmuş re hevdîtin kir: Kurtulmuş dê bang bike 2023-11-09 13:05:20   ENQERE - Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel da zanîn ku têkildarî giliyê Dadgeha Bilind bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re hevdîtin kiriye û dê Kurtulmuş têkildarî mijarê bangekî bike.    Dadgeha Destûra Bingehîn der barê Can Atalay de biryara "binpêkirinê" dabû û piştre Dadgeha Bilind der barê endamên Dadgeha Destûra Bingehîn de serlêdana sûc kiribû. Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel destnîşan kir ku têkildarî mijarê li ser telefonê bi Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş re hevdîtin kiriye. Ozel, ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal anî ziman ku di hevdîtinê de ji Kurtulmuş xwestiye ku Lijneya Şêwrê ya Meclisê bi awayeke awarte bicive.    Ozel, di peyama xwe de ev tişt anî ziman: "Ez bi Serokê Meclîsê bi rêzdar Nûman Kurtulmuş re li ser telefonê axivîm. Min jê xwest ku têkildarî krîz û darbeya darazê, Lijneya Şêwrê ya Meclisê bi awayeke lezgîn bicive. Wî jî anî ziman ku piştî bi Şandeya Filistînê re plansaziya xwe kir, dê di nava rojê de di heman çarçoveyê de bangekê bike. Li ser navê partiya me ez bi xwe dê tev li civîna ku dê bi serokatiya Kurtulmuş were lidarxistin bibim."