Danasîna pirtûka siyasetmedarê kurd Alinak sûc hate hesibandin 2023-11-09 14:57:20   QERS - Serdozgeriya Komarê ya Qersê ji ber parvekirinên siyasetmedarê kurd Mahmût Altinak ên li ser medyaya dijîtal lêpirsîn da destpêkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Qersê ji ber parvekirinên li ser medyaya dijîtal, derheqê siyasetmedarê kurd Mahmût Alinak bi îdiayên “xelkê ji bo kîn û dijminatiyê sor dike” û “propagandaya rêxistinê” lêpirsîn da destpêkirin. Di nava tawanbariyan de parvekirina Alinak a têkildarî pirtûka wî ya “Li Kurdistanê Evîna Nemir” jî heye. Parvekirina Alinak a “Evîneke heta ne hatiye dîtin ne jî hatiye bihîstin” weke sûc hate hesibandin.    Di heman demê de parvekirinên Alinak ên weke “AKP xelkê Dîgorê bi ava rûbarê kanalîzasyon diherike nav ceza dike”, “Mesele pirsgirêka kurd nîne, pirsgirêka Kurdistanê ye”, “Dê zincîrên dîltiyê yên Tirkiyeyê li Kurdistanê bişikên” û “Ji îro ve azadbûna Tirkiyeyê girêdayî azadiya Kurdistanê ye” sûc hatin hesibandin.    ‘DEWLET BI BIKARANÎNA ZORÊ VE REJÎMÊ DIPARÊZE’    Mahmût Alinak têkildarî mijarê bi MA’yê re axivî û wiha got: “Polîsên TEM’ê duh dîsa li ber deriyê mala me ya li Qersê bûn. Lê vê carê di bin navê ‘lêgerînê’ de mal serûbin nekirin. Dozgeriya Qersê ji ber 10 twîtên min ên di sala 2022’yan de lêpirsîn vekirine. Her wiha twîtên min ên sala 2023’yan hene. Anku dê hêj berdewamiya wê bên. Ez gazinan nakim ji ber ku dewlet tişta dikeve ser milê wê dike. Peywirek dikeve ser milê min; dê ji bo darazê surprîzeke wisa bikim ku heta niha qet lê şahid nebûye. Weke min got, hemû kes peywira xwe bi cih tîne. Dewlet, bi bikaranîna zorê vê hewl dide vê rejîmê biparêze. Ez jî hewl didim vebêjim bê ka ev pergala zordest çawa dikare were rûxandin. Divê ez bibêjim ku fikrên min ji bo rejîmê talûke ne. Dê dîrok binivîse bê ka kî mafdar e. Dê nîşan bide bê ka kî çû ser sergoya dîrokê û kî di lênûska şerefê de ye.”