Li Erziromê ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang hate kirin 2023-11-09 15:18:59   ERZIROM - Di civîna gel a li Xinûsê de ji bo “Meşa Azadiyê” ku dê di 18’ê mijdarê de ber bi Gemlîkê ve bê lidarxistin banga tevlibûnê hate kirin.    Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) û Komeleya Piştevanniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi gel re civiyan.    Civîn li navçeya Xinûs a Erziromê hat lidarxistin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Erziromê Meral Daniş Beştaş û rêveberên navend û navçeyan çûn serdana gel û vexwendin meşê.    VEXWENDIN MEŞÊ   Piştre jî li avahiya HEDEP’ê ya Xinûsê bi gel re civîn hate lidarxistin. Gelek kes tev li civînê bûn. Di civînê de Hevseroka TUHAY-DER a Wanê Edîbe Babur û Hevserokê Şaxa MEBYA-DER a Wanê axivîn. Babur, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bang li hemû kesî kir ku “Meşa Azadiyê” ya di 18’ê mijdarê de bibin.