Şîna Yeşîldenîz bi girseyî hate ziyaretkirin 2023-11-09 15:25:31   AMED - Endamê HPG’ê Îbrahîm Halîl Yeşîldenîz li Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest da. Şîna Yeşîldenîz a li Amedê bi girseyî hate ziyaretkirin.    Endamê HPG’ê Îbrahîm Halîl Yeşîldenîz (Şevger Amed) di encama êrişên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da. Ji bo Yeşîldenîz li navçeya Erxenî ya Amedê şîn hate danîn. Şîna Yeşîldenîz bi girseyî hate ziyaretkirin. Serdan bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) hate kirin û rêveberên Komeleya Alimên Olê ya Amedê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Meclisa Dayikên Aştiyê, Komeleya Piştevanniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) û welatî tev li bûn.    Girse bi dirûşma “Şehîd namirin” ber bi mala şînê ve meşiya. Ziyaretvanan ji bo malbatê sersaxî xwest û diyar kirin ku têkoşîna aştiyê mezintir bikin.